​​​​​​​Li Şehbayê merasîma sersaxiya şehîdê HRE`yê

Bi sedan xelkê herêma Efrîn û Şehbayê sersaxî da malbata şervanê HRE`yê şehîd Diyar Efrîn.

26 hezîran, 2023   10:15
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ziyad Medûr (Diyar Efrîn) ku di encama qezayê de şehîd bûbû, merasîma sersaxiyê li dar xist.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Diyar a li navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê hate vedan û bi sedan xelkê herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, piştî rêzgirtinê li ser navê meclisa Malbatên Şehîdan Ednan Reşîd axivî.

Reşîd sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelê Efrînê re xwest û got: “Bila tevahî cîhan bizane ku em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Têkoşîna me bi saya zarokên me mezintir dibe. Em ê jî soz didin ku em heya dilopa dawîn a xwîna xwe em ê doza zarokên xwe bişopînin.”

Li ser navê Meclisa Navçeya Fafînê jî Hêvîn Elûş axivî. Hêvîn sersaxî ji malbata şehîd Diyar re xwest û got: “Em xwediyên axa pîroz in. Em dikarin bê zarok jiyan bikin, lê em nikarin bê welat û axa xwe bijîn.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(zş/c)

ANHA