​​​​​​​Tevliheviya li başûrê Sûriyeyê û şerê li Sûdanê rojevên rojnameyên erebî ne

Alozî û tevliheviya li başûrê Sûriyeyê, şerê li Sûdanê, her wiha rewşa Iraqê rojevên rojnameyên erebî yên îro ne.

​​​​​​​Tevliheviya li başûrê Sûriyeyê û şerê li Sûdanê rojevên rojnameyên erebî ne
26 hezîran, 2023   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa li başûrê Sûriyeyê, rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê ‘LI Derayê li dijî erebeya polîsan êriş: 4 polîs hatin kuştin' nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de wiha hat goyin: "Sibeha şemiyê, li bajarokê Mizêrîb ê gundewarên rojava yê Derayê, li nêzî Çerxerêya Cemel a bajar erebeyeke polîsan ji aliyê çekdarên nenas ve hat gulebarnakirin. Di encamê de 4 polîs hatin kuştin û yekî din birîndar bû.

Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê got li bajarokê Tefes ê li rojavayê Derayê çekdarên nenas bi kemîneke nemerd polîsên ku diçûn ser erka xwe ya parastina navendên ezmûnan, kirin hedef. Di encamê de 4 polîs hatin kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Aloziya ewlehiyê ya li bajarokên Nesîb, Tîba û Um El Meazin ên gundewarên rojhilat ên Derayê yên nêzî sînorê Sûriye-Urdinê rojevên sereke yên parêzgeha Derayê ne. Berbanga şemiyê li ser sînor li dijî nuqteyeke koma Enes û Reed El Radî êriş pêk hat û di encamê de şer derket."

'ŞERÊ LI SÛDANÊ DI HEFTEYA 11'AN DE DIJWAR DIBE'

Der barê şerê li Sûdanê de jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dikeve hefteya xwe ya 11'an. Şahidan got duh li paytexta Sûdanê Xertûmê şerekî dijwar rû da û êrişên hewayî û topbarana bi obûsan çêbûn. Di encama şer de 2 milyon û nîv kes koçber bûne û aloziyeke mirovî çêbûye.

Şahidan destnîşan kir ku di rojên dawîn de asta tundiyê li Niyalayê zêdetir bûye ku bajarê herî mezin ê herêma Darfor a rojavayê welat e. Roja şemiyê Neteweyên Yekbûyî têkildarî hedefgirtina etnîk hişyarî dabû.

Niştecihên Xertûm, Behrî û Um Derman diyar kir ku şevtira din şerekî dijwar rû da û heta sibeha duh dewam kir.

Şahidan diyar kir ku di rojên dawîn de rewşa ewlehiyê li bajarê Niyalayê gelekî xirab bûye û li hin taxan şerekî dijwar qewimî. Hefteya borî jî li derdora bajarê Faşir ku paytexta ayeleta bakurê Darfor e, şer di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de derket. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku xebatkarên qada alîkarîdayînê nikarin xwe bighînin vê herêmê.”

‘NEBÛNA PEREYAN LI PÊŞIYA PÊKANÎNA SOZAN DIBE ASTENG'

Têkildarî Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Serokê hikumeta Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî soza pêkanîna 5 xebatan da. Hin xebat siyasetên çavdêriyê yên xurt dixwazin û hinek ên din jî finansê dixwazin. Lê gelo dê pereyan ji ku derê bîne, nemaze ku budçeya ku vê dawiyê hatiye diyarkirin ku bi qasî 63 trilyon dînar anku nêzî 49 milyar dolar e û ev jî kêm e.

Çavdêran jî got Sûdanî ji dema ku bûye serokê hikumetê, sozan dide bêyî ku guh bide budçeyê û sozên wî ji bernameya xebatê bêtir wekî sozên hilbijartinan xuya dikin.”

(bb)