Çalakvanên meşa li dijî dagirkeriyê: Em axa xwe naterkînin

Jinên ji bajarê Qamişlo yên beşdarî meşa li dijî êrişên dagirkeriyê bûne, biryadariya berxwedana li dijî êrişan nû kir û gotin: “Çi dibe bila bibe em axa xwe naterkînin.”

Çalakvanên meşa li dijî dagirkeriyê: Em axa xwe naterkînin
25 hezîran, 2023   11:02
Qamişlo

Îro li bajarê Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin.

Jinên ku tevlê meşê bûne ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanî êrişan dan.

Şaha Xelîl êrîşên dagirkeriyê bi tundî şermezar kirin û got ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan, koçberkirina gel û valakirina herêmê ye, lewma pêşengên Şoreşa Jinan dike hedef.

Şaha destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê xwedî li şoreşa xwe derkevin û li hember êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin.

Dayîka bi navê Sebah Mihamed jî anî ziman ku ew ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker natirsin û wiha dom kir: “Çi dibe bila bibe, wek dayik em ê li gel şervanên xwe berxwedanê bidomînin.”

Selma Mihamed jî diyar kir ku helwesta wan a li hember êrişên dewleta dagirker nayê guhertin û got: “Em ji êrişan natirsin. Em ê her li qadan bin û li ber xwe bidin. Gelê herêmê li hember van êrişan yekdest e.”

Firyal Hesen jî êriş şermezar kirin û helwesta xwe wiha anî ziman: ‘”Heta me li ser lingan in em li ber xwe bidin. Tu êriş nikarin me bidin sekinandin. Dewleta Tirk çi bike jî em axa xwe naterkînin. Em ê her tim li ser soza şehîdên xwe bin.”

(he/c)

ANHA