Li Qamişlo meşa li dijî dagirkeriyê

Jinên ji kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk derketin. Jinan diyar kir ku ew ê li gorî pêdiviyên pêvajoyê û pîvanên şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin.

Li Qamişlo meşa li dijî dagirkeriyê
Li Qamişlo meşa li dijî dagirkeriyê
Li Qamişlo meşa li dijî dagirkeriyê
Li Qamişlo meşa li dijî dagirkeriyê
Li Qamişlo meşa li dijî dagirkeriyê
Li Qamişlo meşa li dijî dagirkeriyê
Li Qamişlo meşa li dijî dagirkeriyê
25 hezîran, 2023   10:56
QAMIŞLO

Kongra Star li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dirûşmeya "Rêxistinbûna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye" meşek li dar xist. Bi sedan jinên bajêr, nûnerên rêxistin, saziyên jinan, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn.

Jinan ji Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a li bajêr dest bi meşê kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên şermezarkirina êrişan û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Meşvan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan rawestiyan. Li wir Endama Rêveberiya Kongra Star Şaha Xelîl axivî. Şaha şehîd bi bîr anîn û got: "Helwesta jinan a li hember êrişên berdewam ên li ser herêm û rêveberiya me nayê guhertin.”

Şaha bal kişand ser êrişên li djiî jinên pêşeng û êrişa vê dawiyê ya li dijî Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma û got: "Ev ne êrişa yekemîn e. Dewleta Tirk jinên pêşeng hedef digire. Ev jî parçeyek ji siyasetên qirkirinê yên li dijî jinan û şoreşa gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Şaha, bal kişand ser têkoşîna her sê şehîdan û wiha dewam kir: “Şehîd Leyman di oxira rizgariya gelê xwe û doza jinê de li tevahî parçeyên Kurdistanê 38 salan têkoşiya. Şehîd Yusra jî dayikeke hîndekar bû ku nifşê nû fêrî zimanê wan ê dayikê dikir. Şehîd Firat ê asûrî jî cihê xwe di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (şoreşa biratiya gelan) de girt.”

Şaha diyar kir ku divê gelê herêmê li hember êrişan rêxistinbûna xwe xurttir bike, li gorî pêdiviyên pêvajoyê û pîvanên şerê gel ê şoreşgerî tevbigere.

Çalakî bi dirûşmeyên mîna "Berxwedan Jiyan e", "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

(fr/c)

ANHA