Zarokê beriya 5 salan dagirkeran ew birîndar kiribû jiiyana xwe ji dest da

Zarokê bi navê Ebdullah Berzan ê di sala 2018'an de di êrişa leşkerên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Zarokê beriya 5 salan dagirkeran ew birîndar kiribû jiiyana xwe ji dest da
25 hezîran, 2023   09:09
QAMIŞLO

20'ê Îlona 2018'an, leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Xerab Kortê yê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye û 10 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Qamişloyê komeke zarok ku dilîstin, gulebaran kir. Di encama gulebaranê de zarokê bi navê Ebdullah Berzan ji zikê xwe ve birîndar bibû. Birîna wî bandor li hestiyê wî yê piştê û organên din ên laşê wî kiribû.

Ebdullah Barzan yekser birin Nexweşxaneya Fereman a Qamişloyê, lê ji ber rewşa wî giran bû wî rakirin Başûrê Kurdistanê. Ji ber rewşa madî malbatê nikaribû lêçûna tedawiyê bide û piştî 17 rojan neçar ma careke din vegere Qamişloyê.  Bijîşkan hinek emeliyetên piştê jê re çêkirin û dayika wê çavdêriya tedawiya fîzyayî dikir.

Birîna Ebdullah bandor li gelek organên laşê wî wekî made, pişt û gurçikên wî kir.

Dayika Ebdullah, Heyfa Mihemed bi rêya telefonê ev agahî dan ANHA'yê: " Vê dawiyê rewşa tenduristiyê ya Ebdullah xirab bû, ji ber birîna wî îltîhab pêre çêbû. Me wî bir Şamê jî lê tevî hewldanên nehat rizgarkirin."

Ebdullah Berzan ê 17 salî duh jiyana xwe ji dest da.

(bb)

ANHA