QSD′ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervan wan Ebdulmecîd Ehmed El Esad (Macid) duh di encama krîza dil de şehîd bû.

QSD′ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
25 hezîran, 2023   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a têkildarî şehîd Ebdulmecîd Ehmed El Esed (Macid) wiha ye:

"Şervanên hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ′ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Hêzên me baregehên rêxistina terorîst têk dibin, tevgera şaneyên wan ji hev dixin û tevgera wan pûç dikin.

Hêzên me bi awayekî sereke xwe dispêre hêza şervan û têkoşîna wan a parastina ewlehî û îstîqrara herêmê. Li nuqteyeke me ya leşkerî şervanê me Ebdulmecîd Ehmed El Esed (Macid) di encamê krîza dil de şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbat şehîd Macid û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em soz didin heta pêkanîna armancên wan a welatekî ewle û aştiyane, têkoşînê dewam bikin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Macid

Nav û paşnav: Ebdulmecîd El Esad

Navê dayikê: Rufe

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Um Medfe/1995

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê/24′ê Hezîrana 2023′yan."

(fr)