Li Hesekê komxebata derbaskirina zayenperestiyê

Li Hesekê komxebatek bi mijara derbaskirina zayenperestiya civakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve hat lidarxistin.

Li Hesekê komxebata derbaskirina zayenperestiyê
Li Hesekê komxebata derbaskirina zayenperestiyê
Li Hesekê komxebata derbaskirina zayenperestiyê
Li Hesekê komxebata derbaskirina zayenperestiyê
Li Hesekê komxebata derbaskirina zayenperestiyê
Li Hesekê komxebata derbaskirina zayenperestiyê
Li Hesekê komxebata derbaskirina zayenperestiyê
Li Hesekê komxebata derbaskirina zayenperestiyê
Li Hesekê komxebata derbaskirina zayenperestiyê
23 hezîran, 2023   19:09
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma ''Cenga azadiyê bi ser bixin, zayendperestiya civakî hilweşînin " komxebatek li dar xist. Di komxebatê de zayenperestiya civakî hat pênasekirin, bandora wê ya li jinan û rêbazên derbaskirina wê hatin nîqaşkirin.

Komxebat li hola Marbêla ya li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê bi amadebûna bi sedan ciwanên herêmên Cizîr û Firatê hat lidarxistin.

Di serî de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed bal kişand ser dîroka derketina pergala zayendperestiya civakî  û diyar kir ku zayendperestiya civakî piştî têkçûna pergala xwedawendên jin a di civaka xwezayê de û derketina pergala baviksalariyê derket holê. Rûken Ehmed  anî ziman ku divê her ferdek di civakê de zayendperestiya di hişmendiya civakê de têk bibe.

Rûken girîngiya têkbirina îdeolojiya zilaman û biçekkirina jinan bi îdeolojiyeke azad destnîşan kir got, dema jin berê xwe bidin qada siyasî divê bizanin ku ew dikeve qadeke herî dijwar.

Piştî axaftina hevseroka TEV-DEM'ê, sînevîzyonek li ser zayendperestiyê û bandora wê li civakê û li jinan bi taybetî hat pêşandan.

Piştre, hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto mijara yekemîn a komxebatê ya têkildarî pênaseya zayenperestiyê şîrove kir. Bijîşka beşê derûnî Ceylan Îbrahîm jî bandorên derûnî û tenduristî yên zayendperestiyê li jinan şîrove kir û got: "Bandora zayendperestiyê li jinan bi rêya zewicandina zarokan dibin ku di encamê de zexteke derûnî ji aliyê hişmendiya zilam ve li ser jinan tê kirin."

Beşdaran jî nêrînên xwe li ser mijarê parve kirin. Hate gotin, dewletên kapîtalîst zayendperestiyê yek ji armancên xwe yên girîng yên ji bo têkbirin û kolekirina civakî dibîne û vê yekê bi ya cins û teknelojiya û karên ne exlaqî pêk tîne.

Têkildarî rêbazên derbaskirina zayendperestiya civakî de jî got, divê alavê ku hêzên kapîtalîst pê civakê dikin hedef û xirab dikin, werin têkbirin. Her wiha hate destnîşankirin ku divê civak koletiyê qebûl neke û jin serî ji zihniyeta desthilatdar re netewîne. Beşdaran girîngiya birxêstinkirina semînerên li ser mijara cinsiyetparêziyê û pêşxistina perwerdeyê destnîşan kirin.

Di dawiya komxebatê de endama komîteya amadekar Leyla Hesekê encamnameya komxebatê xwend. Di encamnameyê de rêbazên derbaskirina zayendperestiya civakî hatin vegotin. Ji wan rêbazên, li hemberî tundiya li ser jinan divê têkoşîn were xurtkirin, ji bo guhertina zihniyeta desthilatdar xweperwerdekirin esas e, divê qada perwedeyê ya ciwanan were pêşxistin û feraseta şoreşê li gel wan were xurtkirin.

(mh)

ANHA