Li Amsterdam û Darmstadtê ji bo Rojava çalakî hatin lidarxistin

Kurdistaniyên li Amsterdam û Darmstadtê  êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava protesto kirin, bang parastina şoreşa Rojava kirin.

Li Amsterdam û Darmstadtê ji bo Rojava çalakî hatin lidarxistin
23 hezîran, 2023   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyan ji bo protestokirina dewleta Tirk a dagirker ku di 20’ê Hezîranê de li Qamişloyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê Meclisê Firat Tûma qetil kir, daketin qadan.

Kurdistanî û dostên wan ên bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hollandayê (DEM-NED) li ber Konsolosxaneya Tirk a li Paytexta Hollanda Amsterdamê kom bûn, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de ji raya giştî hat xwestin dawî li mêtingeriyê bînin û piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin. Di daxuyaniya DEM-NED’ê de hat xwestin, her kesên alîgirên mirovahiyê Rojava biparêze.

Kurdistanî li bajarê Darmstadt ê Almanyayê jî daketin qadan. Li Luîsenplatzê ku bi dehan kes li hev civiyan, alên YPG û YPJ hatin hildan û dirûşmên “Şehîd namirin”, “Kujer/Dîktator Erdogan” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.