"Bi yekitiya xwe em ê planên dijmin têk bibin"

Kongra Star a Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Birêxistinkirina jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye", xwepêşandanek li dar xist û di çalakiya xwe de soza domandina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê da.

22 hezîran, 2023   19:52
HELEB

Bi sedan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî û şênî li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku bi hemû rêbazan me tune bike, lê belê ew li hember îradeya gelan têk çû."

Fehîme der barê bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker de got: "Hemû dewletên bêdeng bi Erdogan re hevkar in û destê wê di xwîna şehîdên me de ye. Lê em dê tola şehîdan hildin û li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan em dê serkeftinê misoger bikin."

Her wiha, endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Bedran Hemo wiha axivî: "Ji gelek salan ve em li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin û bi saya hevgirtina xwe em têkoşînê didomînin, ev kombûn jî nîşana wê yekê dide."

Hemo wiha domand: "Tirkiye bi balafirên xwe yên bêmirov û dewletên mezin jî bi bêdengiya xwe şerê me dikin, hemiyan ji bo qirkirina me li hev kiriye, lê belê berxwedana me dê planên wan têk bibe."

Bedran soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê da.

(mh/şx)

ANHA