MSD: Diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî çareserkirina aloziya welêt dabîn dike

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer got diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî beyî destwerdana derve misogeriya çareseriya aloziya Sûriyeyê û ximeta berjewendiya gelê Sûriyeyê dike. Her wiha destnîşan kir ku ew ji diyalogê re amade ne.

MSD: Diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî çareserkirina aloziya welêt dabîn dike
MSD: Diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî çareserkirina aloziya welêt dabîn dike
MSD: Diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî çareserkirina aloziya welêt dabîn dike
MSD: Diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî çareserkirina aloziya welêt dabîn dike
MSD: Diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî çareserkirina aloziya welêt dabîn dike
22 hezîran, 2023   14:47
QAMIŞLO

Meclisa Bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina normalîzekirina erebî û bandorên wê li ser aloziya Sûriyeyê û sûriyeyiyan, panelek bi navnîşan “Normalîzekirina erebî ber bi ku ve?” li dar xist.

Di panelê de MSD`ê li gel rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan, nûnerên partiyan û nûnerên rêxistinên jinan mijara normalîzkirina dawî di navbera dewletên ereb û hikumeta Şamê de, destpêk û rêça wê, nîqaş kirin.

/ar/uploads/files/2023/06/22/134349_amynh-amr-janda-mhmd.webp

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer di panelê de axivî û behsa geşedanên dawîn ên têkildarî normalîzekirinên û guhertinên pê re çêbûne, bandorên wê yên siyasî li ser welêt kir.

Emîne got: “Gelo hikumeta Şamê piştî ewqas sal bi rêya vegera li Komkara Erebî, dikare aloziya gurbûyî, belavbûna narkotîkê, doza penaberan, diyaloga siyasî, aloziya aborî çareser bike? Em ji hemû dewletan re vekirî ne yên ku dixwazin normalîzekirinê bi hikumeta Şamê re bikin. Lê bi şerta ku ev normalîzekirin, li gorî berjewendiya gelê Sûriyeyê be.”

Her wiha Emîne wiha anî ziman: “Wek aliyeke siyasî li Sûriyeyê, em piştgiriyê diyalogê dikin bi taybet diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ya beyî destwerdana derve û berjewendiya gelê Sûriyeyê dabîn dike.”

Beşdarên panelê jî got ew nafikirin ku normalîzkirin guhertinê bi xwe re bîne ji ber ku hikumeta Şamê hîna di siyaseta xwe de serhişk e ku di encamê wê de endamtiya wê di Komkara Erebî hatibû cemidandin. Her wiha bang li dewletên ereb kir ku ji bo guhertinê şert deynin.

Beşdaran destnîşan kirin ku beyannameya Rêveberiya Xweser û her 9 bendên wê, rêya yekane ya çareserkirina aloziya li welêt e.

(şx)

ANHA