Ji saziyan daxuyaniya têkildarî êrişan

Platforma Dîplomasiya Civakî û saziyên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên êrişa 20`ê Hezîranê bi bîr anîn, êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û hat diyarkirin “Em ê bi birêxistinbûn û kombûna li dora nirxên şoreşa civakî bersiva êrişan bidin.”

Ji saziyan daxuyaniya têkildarî êrişan
22 hezîran, 2023   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

10 sazî û tevgerên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Navenda Lêkolîn û Şêwirên Stratejîk a li taxa Meheta ya li Qamişloyê hat xwendin.

Mamosteya zimanê kurdî Ehlam Eseed, endamê nivîsgeha Hevgirtina Olên Mezopotamyayê Hena Somî daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên doza azadiyê hatin bibîranîn û ji malbatên wan û gelê herêmê re sersaxî hat xwestin.

Şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker ê li dijî gelê herêmê, hat şermezarkirin û îşaret bi êrişên dagirkeriyê yên ji destpêka Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve pêk tên, hedefgirtina têkoşer û welatparêzan, destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê, dagirkirina herêmên Sûriyeyê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a di 20`ê Hezîranê de li dijî hevserok û endamên meclisa kantona Qamişloyê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Ev êryşa hovane ya ku hemû qanûnên navdewletî û rêgezên exlaqî binpê dike, di çarçoveya hemleya qirkirina sîstematîk de pêk hat. Jinên di nava civakê de bibandor bi awayekî taybet hedef digirin û bi rêbazên bêexlaqî şerê taybet didin meşandin. Bi vî awayî dixwazin bawerî û moralê civakê bişikînin û gel ji doza xwe û welatê xwe bidin dûrxistin.”

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Em wek Platforma Dîplomasiya Civakî û sazî û tevgerên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, van êrişan şermezar dikin, soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina ked û xebatên wan didin. Dê hêzên dagirker nikaribin îradeya civaka me binpê bike. Em ê bi xurtkirina birêxistinbûna xwe û kombûna li derdor nirxên xwe yên civakî bersiva erîşan bidin.”

Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û li hember êrişan xwedî helwest bin.

Bang li gelê xwe jî dikin ku bi rêxistinbûna xwe û girêdana xwe bi nirxên Şoreşa Civakî re, hemû siyasetên qirker bişikînin û li pey doza xwe ya wekhevî, edalet û demokrasiyê bi gavên xurt bimeşin.

Sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê me re.

Şehîd Namirin!”

Saziyên beşdarî daxuyaniyê bûne:

  1. Platforma Dîplomasiya Civakî
  2. Tevgera Civaka Demokratîk
  3. Zanîngeha Rojava
  4. Hevgirtina Olên Mezopotamyayê
  5. Kongra Îslama Demokratîk
  6. Tevgera Çand û Hunerê
  7. Şaredariya Qamişloyê
  8. Yekitiya Ragihandina Azad
  9. Kombenda Civakî ya Efrînê
  10. Komeleya Keziyên Kesk

(c)

ANHA