ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-6-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-6-2023
21 hezîran, 2023   23:00

Endamê Însiyatîfa Parêzaran ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan ya Sûriyeyî Xalid Omer, balkişand ser binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin û çawa peymana mafên mirovan, girtiyan, made û destûra Tirkiyeyê tên binpêkirin û bang li parêzeran û hiqûqnasên li Ewropayê kir ku ji bo pêkanîna edaletê bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyan bertek nîşan êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker da û teqezî li ser yekrêzî û hevgirtina di navbera pêkhateyan de kirin û gotin ew bi hêzên xwe yên leşkerî re ne. Di heman demê de helwestên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aliyên Astanayê bi rastî û bûyerên li Sûriyeyê diqewimin nakok bûn. Bi wê re eşkere bû ku ew ker, lal, kor in, bi derewan û tewanên ne rast sûriyeyiyan dixapînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dibistanên herêma Şehbayê yên di erdheja 6`ê Sibatê de zirar dîtibûn wê di betlaneya havînê de bên sererastkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa navçeya Til Hemîsê li pêşiya avahiya Kongra Star a navçeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi navnîşan “Normalîzekirina erebî ber bi ku ve diçe?” li hola Zana ya Qamişlo panelekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Ciwanên Sûriyeyê li Reqayê di çarçoveya panlên ku bi dirûşma “Veguhertina demokratîk li Sûriyeyê… rola ciwanan” de panelek li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistinên civaka sivîl a Reqayê, daxuyaniyekê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li kantona Qamişlo dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya li bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya û rêxistinên jinan ên Minbicê, 1`emîn Pêşangeha Pîşeyî ya Jinan li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê bi hevkariya Tevgera Xwendekaran semînerek li ser xetereyên narkotîkê li peymangeha Şehîd Zozan a Kobanê dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê HRE`ê Canşêr Şêrawa li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrezê ya Şehbayê oxir dikin saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA