'Ji tovê azadiyê yê hevrê Rîhanê çandiye dê bi hezaran Rîhan şîn bibin'

Kongra Star têkildarî şehîdkirina Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş (Rîhan) û Firat Tûma daxuyaniyek da û diyar kir “Ji tovê azadiyê yê hevrê Rîhanê çandiye, di baxçeyê azadiyê de bi hezaran Rîhan şîn bibin û dê destûrê nedin ku dagirker û hevkarên wan planên xwe yên qirêjî pêk bînin.”

'Ji tovê azadiyê yê hevrê Rîhanê çandiye dê bi hezaran Rîhan şîn bibin'
21 hezîran, 2023   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Leyman Şiwêş, Yusra Derwêş û Firat Tûma bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin: “Armancgirtina Rîhan (Leyman Şiwêş) û hevrêya me Yusra Derwîş ne ji rêzê ye û bi taybet hatine hilbijartin. Erdoganê faşîst hem ji pêşketina jinan ditirse, hem jî jina bihêz qebûl nake. Ji ber ku di ferasta wî de faşîzm û zilamtiya klasîk a 5 hezar salî kom bûye. Wekî zilamekî klasîk ê serdemê û gurê har bi awayekî bêperwa êrişî her derê dike. Lê bila vê baş bizane ku ew ê di vê kîn, hêrs û faşîzma xwe de bifetise û wê her di wijdana gelên heremê de were mehkûmkirin.

Careke din hêjayî gotinê ye ku ev komkujî di dema civîna Astanayê û serdana Mesrûr Barzanî ya ji Tirkiyeyê de çêbû û em vê komkujiyê wekî lihevkirina Tirk, Rûs û PDK’ê dibînin û ew jî hevkarên vê komkujiyê ne. Mixabin qaşo ev kesên xwe wekî nûnerên Kurdan dibînin, di çi dem û pêvajoya teng de li kêleka gelê xwe nesekinîne û her tim li kêleka dijminê xwe ne. Kêliya ku Erdogan jinên Kurd ên pêşeng bi teknîka xwe ya herî pêşketî qetil dikirin, sed carî heyf û mixabin Mesrûrê qaşo nûnerê Kurdan li kêleka wî bi ken ji ragihandinê re poz didan û em jî wek jinên Kurd wî wekî hevkar dibînin û di wijdana xwe de mehkûm dikin.

Lê bila dagirker û hevkarên wan vê bizanin ku hevrêya me Rîhan wekî tovê rihanê xwe spartiye hembêza xaka me ya pîroz û ev axên bi deh hazaran salan ji mirovatiyê re malovanî kir, dê wê biparêzin û dê ji tovê azadiyê yê hevrê Rîhanê çandiye, di baxçeyê azadiyê de bi hezaran Rîhan şîn bibin û dê destûr nedin ku dagirker û hevkarên wan planên xwe yên qirêjî di welatê me de pêk bînin.

Em jî wek Kongra Star ji malbat û hevrêyên heval Rîhan re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li hemberî bîranînên wan ditewînin û heta dawiyê em ê di xeta hevrêyên xwe de bimeşin û ala wan a berxwedanê hildin ser milê xwe.”