​​​​​​​Li Peymangeha Şehîd Viyan Amara ezmûnên dawiya salê

Li Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya li herêma Şehbayê ezmûnên dawiya salê dest pê kirin.

​​​​​​​Li Peymangeha Şehîd Viyan Amara ezmûnên dawiya salê
21 hezîran, 2023   11:09
ŞEHBA

Di ezmûnên ku îro (21 Hezîran) destpê kirin de, 135 xwendekarên beşên wêje û Zimanê Kurdî, Biyolojî, Mamostetî, Îngilîzî, Kompîtur, Kîmya û Fîzik wê ji bo derçûna sala 2022-2023’yan hewl bidin.

Ezmûn wê heta 8’ê tîrmehê dom bikin û 100 xwendekarên pola yekemîn 35 xwendekarên pola duyemîn tevlî dibin.

Li gorî rêziknameya peymangehê ji bo xwendekarên ku di ezmûnan de sernekiten an jî çend dersên wan mane wê mafê ezmûnek din were dayîn.

(zş/c)

ANHA