PYD: Têkoşîna hevrê Leyman dê bê domandin

Meclisa Giştî ya PYD′ê diyar kir şehîdxistina Leyman Şiwêş, Yusra Derwîş û Firat Tûma ji bo gelê herêmê xemgîniyeke mezin e û got "Bila dijmin bizanin têkoşîna hevrê Reyhan (Lîman Şiwêş daye destpêkirin nasekine û bi çi berdêlê dibe dê were berdewamkirin."

PYD: Têkoşîna hevrê Leyman dê bê domandin
21 hezîran, 2023   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê şermezar kirin.

Duh, di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyekê li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş û cîgira hevserokatiyê Leyman Şiwêş û kesayetê welatparêz Firat Tûma şehîd bûbûn.

Di daxuyaniya PYD′ê de wiha hate gotin:

"Em di destpêkê de şerê qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelê me dimeşîne, şermezar dikin û li hember şehîdên xwe rêzdar in û şifaya lezgîn ji birîndarên xwe re dixwazin.

Em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe, malbatên şehîdan, nemaze malbata Şiwêş re dixwazin ku di oxira pêkanîna azadî û rûmetê ji gelê Kurd re fedakariyên mezin dan.

Şehîdxistina hevrê Leyman Şiwêş ji bo gelê Kurd û herêmê xisareke mezin e. Hevrêî Reyhan ji jinên destpêkê ku tev li refên şoreşa Kurdistanê bûye, qalibên civakê şikandin û bi têkoşîna xwe bû sembola jina Kurd a leheng. Di dirêjahiya 38 salan de di nava gel û li çiyayên Kurdistanê de tê koşiya û heta roja şehadetê jiyana xwe xist xizmetî gelê xwe. Bi nirxên şoreşê ve girêdayî bû.

Hevrê Reyhan ne tenê li Rojava tê koşiya, lê belê li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî tê koşiya. Di oxira yekitiya gelê Kurd û pêşxistina wî de xebat kir. Di nava pêkhateya Ereb li Minbicê de jî kar kir. Sembola yekitiya gelan bû. Di oxira azadiya jinê de bi salên dirêj di nava Kongra Star de kar kir û di tevgera jinan de bi roleke girîng rabû.

Hevrê Lîman ji gelê xwe hez dikir, bi armancên şoreşê ve girêdayî bû. Îro jî yek ji lehengên şoreşa neteweyî û şoreşa jinan e.

Em Meclisa Giştî ya PYD′ê soz didin li ser şopa wê bimeşin û ji hevrêyên xwe Yusra û Firat re wefadar bin, her wiha ji her kesê di oxira axa welat de canê xwe daye, wefedar bin. Bila dijmin bizane têkoşîna hevrê Reyhan (Leyman Şiwêş) dest pê kiriye nasekine û bi çi berdêlê dibe em ê dewam bikin.

Careke din em soz didin leheng Leyman Şiwêş, Yusra û Firat, her wiha hemû şehîdên azadiyê ku dê ala wan bilind be û fedekariyên wan badilhewa naçin û em ê bi ser bikevin.

Em bang li gelê xwe xwe dikin ku bi girseyî tev li merasîmên lehengan bin ku dê îro li Amûdê li dar bikeve."

(fr)