Li Geverê şerekî dijwar diqewime

Hate ragihandin ku duh di saetên êvarê de li dijî gundên navçeya Geverê ya Bakurê Kurdistanê êriş hatiye kirin û piştre li herêmê şerekî dijwar qewimiye.

Li Geverê şerekî dijwar diqewime
20 hezîran, 2023   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), artêşa Tirk a dagirker şevê din saet derdora 23.00’an li dijî gundên Tiloran, Memkava, Mûşan û Yêkmal ên navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlibûna hezaran leşkeran êriş da destpêkirin. Hat zanîn ku şevê din saet derdora 03.00-06.00’an de li herêmên navborî şerekî dijwar dest pê kirin û dengê çekan hate bihîstin.

Her wiha hate gotin, şer hêjî berdewam in û bi sedan leşkerên din bi helîkopter û wesayîtên zirxî ber bi herêmê ve hatin veguhestin.

Hate diyarkirin Hem li herêmên navborî û hem jî li navenda Colemêrgê liv û tevgereke zêde ya hewayî heye.

Êrişa ku li dijî 4 gundên navborî hatiye destpêkirin, çiyayên Sipêrêz û Omerê jî girtine nava xwe.