​​​​​​​Malbatên şehîdên Komkujiya Kobanê daxwaza cezakirina DAIŞ`iyan kir

Malbatên şehîdên Komkujiya Kobanê daxwaz kir ku cezayên giran li çeteyên DAIŞ`ê bên birîn.

​​​​​​​Malbatên şehîdên Komkujiya Kobanê daxwaza cezakirina DAIŞ`iyan kir
20 hezîran, 2023   01:49
KOBANÊ

Hêzên navneteweyî û dewletên ku DAIŞ`iyên li girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk welatiyên wan in, daxwaza vegerandina wan çeteyan li welatên wan û darizandina wan li ser sûcên ku li Sûriye û Iraqê pêk anîne, paşguh dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10`ê Hezîranê de ragihand ku ew ê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê bike.

Malbatên şehîdên Komkujiya Kobanê ku çeteyên DAIŞ`ê di 25`ê Hezîrana 2015`an de pêk anîbû, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

/ar/uploads/files/2023/06/19/181947_shmsh-mhmd-tahr.webp

Şemse Mihemed Tahir ku kurê wê Osman di Komkujiya Kobanê de şehîd bûye, bi bîr xist ku dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir û komkujî pêk anî, bi sedan kes qetil kirin.

Şemse bêhelwestiya dewletan di doza DAIŞ`ê de rexne kir û got: “Heta niha dewlet ji bo wergirtina welatiyên xwe yên di nava çeteyan de yên li girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk tên ragirtin, tev negeriyane. Lewma, daxwaza e em e ku çete li Rojava bên darizandin. Mafê dayik, hevjîn û zarokên şehîdan heye ku darizandina çeteyan bi çavê xwe bibînin. Wan çeteyan xwîna gelê me rijand. Heta niha jî kîneke mezin li hember vî gelî radikin û her dema ku derfet dîtin, sûcan dikin.”

/ar/uploads/files/2023/06/19/181914_jyhan-bwzan.webp

Hevjîna şehîd Bekir Muslim, Cîhan Bozan jî destnîşan kir ku Kurd bi destê çeteyên DAIŞ`ê bi piştgiriya hin dewletên herêmî, di sibeha 25`ê Hezîranê de dema ku hîna xelkê Kobanê di xewê de bû, bi hemleyeke qirkirinê ya sîstematîk re rû bi rû man û got: “Bi sedan şêniyên Kobanê hatin serjêkirin û kuştin.”

Cîhan anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê bên darizandin jî dilê wan rihet nabe û wiha dom kir: “Civaka navneteweyî di mijara DAIŞ`ê û piştevanên wan de pir sersar e. Divê ji ber fedakariyên ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira bidawîkirina xetereya DAIŞ`ê û rizgarkirina mirovahiyê de dane, Rêveberiya Xweser fermî nas bikin.”

/ar/uploads/files/2023/06/19/181929_swlyh-mstfa_1.webp

Dayika şehîd Yilmaz, Sewliye Mistefa jî daxwaz kir ku cezayên giran li sûcdaran bên birîn û got: “Heta ku ew çete li pêş çavê me cezayê xwe nebin, dilê me rehet nabe. Wan bi xwîneke sar zarokên me kuştin, em ji bilî darvekirina wan tiştekî qebûl nakin.”eta

(c)

ANHA