Bi semînerekê bal kişandin ser xeteriya hişbirê

Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê der barê xeterî û zirarên madeyên hişbir de bi sernavê semînerek da.

Bi semînerekê bal kişandin ser xeteriya hişbirê
Bi semînerekê bal kişandin ser xeteriya hişbirê
Bi semînerekê bal kişandin ser xeteriya hişbirê
Bi semînerekê bal kişandin ser xeteriya hişbirê
Bi semînerekê bal kişandin ser xeteriya hişbirê
Bi semînerekê bal kişandin ser xeteriya hişbirê
Bi semînerekê bal kişandin ser xeteriya hişbirê
18 hezîran, 2023   12:57
QAMIŞLO

Semîner li avahiya meclisa kantona Qamişlo hat dayîn û bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Ciwanan a PYD′ê, endamên Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê beşdarê bûn.

Endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê Oliyar Mehmûd Xelîl semîner semîner bi rê ve bir. Xelîl di destpêka axaftina xwe de behsa sedemên belavbûna hişbirê di nava civakê de kir û got: "Hişbir di serdema kapîtalîzmê de bi pêş ketiye, xeterî û bandora wê zêdetir bûye. Li dijî civakan weke çekeke veşartî tê bikaranîn."

Xelîl destnîşan kir ku dewletên dijberî projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê madeyên hişbir belav dikin û wekî gaveke destpêkê ciwanan dikin hedef û wiha domand: “Ji ber ku ciwan dîmanîka civakan in. Kesên ku hişbirê bi kar tînin hêza wan namîne û nikarin roleke aktîf di avakirina civaka xwe de bilîzin.”

Di dewama axaftina xwe de Oliyar Xelîl behsa rola ciwan û malbatan di têkoşîna li dijî hişbirê de kir û got: "Malbat nûnertiya xeta yekemîn a parastina civakê ne. Bêyî malbatê dê ev têkoşîn kêm bimîne."

Xelîl her wiha behsa rêbazên hişyarî û dermankirinê, çawaniya gihandina nifşekî nû yê bi tendurist û ji hişbirê parastî kir û anî ziman ku divê semîner û panelên hişyariya li ser hişbirê bên lidarxistin, navnedên tenduristiyê yên taybet bi dermankirina kesên hişbirê dibin were avakirin.

Beşdaran jî nêrînên xwe li ser mijarê anîn ziman û diyar kirin ku divê civak hevgirtî be da ku çareyên lezgîn ji bo vê pirsgirêkê bên dîtin û rê li belavbûna hişbirê bê girtin.

(fr/c)

ANHA