Seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Minbicê çû ser dilovaniya xwe

Yek ji damezrînerên saziyên aboriya jinan û seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê Eksar Ehmed koça dawî kir.

Seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Minbicê çû ser dilovaniya xwe
18 hezîran, 2023   13:09
MINBIC

Eksar Ehmed duh 17`ê Hezîranê di encama nexweşiyeke giran de, koça dawî kir.

Eksar dayîka 6 zarokan e, ji gundê Hilinc ê Kobanê ye û ji biçûkahiya xwe ve li Minbicê dijî.

Her wiha roleke mezin di birêxistinkirina civakê û perwerdekirina jinan de lîst. Yek ji damezrînerên saziyên aboriya jinan a Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ye.

Seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Minbicê bû û ji bo xurtkirina tecrubeyên jinan û ji bo ku xwe nespêrin tu kesî, hewl da ku derfetên kar ji gelek jinan re peyda bibe.

(şx)

ANHA