CNN: Wagner piştgiriyê dide Hêzên Piştevaniya Lezgîn

Rayedarên îstîxbaratî, koma Wagner a Rûsyayê bi piştgiriya Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên Sûdanê tawanbar kir û got desteka Wagnerê ji Hêzên Piştevaniya Lezgîn re beriya krîza Sûdanê dest pê kir.

CNN: Wagner piştgiriyê dide Hêzên Piştevaniya Lezgîn
17 hezîran, 2023   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora CNN a Amerîkayê nûçeyek belav kir û tê de koma Wagner a Rûsyayê bi piştgiriya Hêzên Piştevaniya Lezgîn di şerê li Sûdanê de tawanbar kir.

CNN’ê agahiyên xwe spartin rayedarên îstîxbaratî û şahidan eşkere kir ku Wagner ji herêma Darforê ve piştgiriyê dide Hêzên Piştevaniya Lezgîn.

Li gorî CNN’ê, piştgiriya Wagner ji Hêzên Piştevaniya Lezgîn re, beriya destpêkirina krîza Sûdanê pêk hat.

(fr)