​​​​​​​DAIŞ’î wê çawa werin darizandin?

Li gel biryara “Wê çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî werin darizandin” pirsên wekî, “Wê li gorî kîjan yasayan çawa werin darizandin, dê cezayên çawa bên dayîn, kî dikare mudaxil bibe?” ketin rojevê. 

​​​​​​​DAIŞ’î wê çawa werin darizandin?
16 hezîran, 2023   02:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10'ê Hezîranê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wê dest bi darizandina DAIŞ'iyên biyanî yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin.

Bi daxuyaniya Rêveberiya Xweser re mijar bû yek ji rojevên sereke yên ragihandin û civakê. Çapemeniya welatên Ereban jî cih da daxuyaniyê û bal kişand ser mijarê. Ji geşedan û gotubêjan diyar dibe ku wê di qada navnetewî de jî deng vede. Nexasim ji 60 welatan bi hezaran çeteyên dê bên darizandin hene. Niha lîsteyên van çeteyan û sûcên wan tê amadekirin.

PÊVAJO WÊ ÇAWA BIRÊVE BIÇE?

Piştî daxuyaniyê dest bi amadekariyên darizandinê hatiye kirin. Lê hinek mijarên hîn nehatine eşkerekirin an jî zelalkirin hene. Çavkaniyên Rêveberiya Xweser destnîşan kirin ku wê darizandin di demeke kurt de destpê bike, lê hîn dema wê ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin. Her wiha cih an jî cihên darizandinê diyar nîn in. Li gorî rayedaran amadekariyên têkildarî vê mijarê didomin û tu pirsgirêk nîn in. Çav li rê ye ku di rojên pêş de têkildarî cih û dîroka darizandinan daxuyanî were dayîn.

WÊ JI GEL Û RAYA GIŞTÎ RE VEKIRÎ BE

Di çarçoveya amadekariyan de Meclîsa Edaleta Civakî û Dadgeha Parastina Gel civîn û danustendinên hevpar çêdikin. Li gorî çavkaniyan di van civînan de li ser rê rêbazan tê rawestin, hurgilî tên diyarkirin.

Heman çavkaniyan gotin ku wê darizandina çeteyan di bin sîwaneya Meclîsa Edaleta Civakî de li Dadgeha Parastina Gel pêk werin.

Tê gotin ku dê darizandin ji gel û raya giştî re vekirî be, her wiha saziyên ragihandinê wê karibin bişopînin. Hurgiliyên wekî, “Kîjan saziyên ragihandinê dikarin bişopînin, her kesekî/e dixwaze wê karibe tevlî danişînan bibe yan na, malbatên şehîdan an jî mexdurên êrîşên çeteyan wê çawa û bi kîjan sifatê tevlî bibin?” nehatine eşkerekirin, lê li gorî agahiyan malbatên şehîdan û mexdur wê karibin wekî gilîkar tevlî bibin. Malbatên şehîdan wê karibin bi riya Meclîsa Malbatên Şehîdan an jî bixwe tevlî bibin.

Ji bilî malbatan û gel, wê ji derveyî herêmê şande yan jî çavdêr werin qebûl kirin an na, hîn nediyar e. Lê çavkaniyên Rêveberiya Xweser dibêjin ew dixwazin bi van darizandinan edaleta xwe nîşanî cîhanê bidin.

PARÊZER WÊ MAFÊ MALBATAN BIPARÊZIN

Yekîtiya Parêzeran jî wê rolek girîng bilîze. Li gorî hinek çavkaniyan, di çaçroveya pêwîstiyan de wê ji bo her malbatekê parêzer werin erkdarkirin û tu beramberî (pere) nayê wergirtin. Malbatên şehîdan ên ku li herêmê nebin jî wê karibin bi riya parêzeran mudaxilî darizandinê bibin.

DARIZANDIN WÊ LI GORÎ YASAYÊN HERÊMÊ Û NAVNETEWÎ BE

Di daxuyanî û nêrîn rayedarên Rêveberiya Xweser ên beriya niha hatibûn dayîn de, bal hatibû kişandin ku dê çete li gorî yasayên Rêveberiya Xweser û navnetewî bên darizandin. Ev jî yasayên dijî terorê ne.

Hurgiliyên têkildarî vê mijarê nehatine eşkerekirin, lê li gorî çavkaniyên hiqûqî çete dê di çarçoveya sûcên kirine de werin darizandin û cezakirin. Eger li ser çeteyekê tu bûyerek (kuştin, talan, îşkence, bê exlaqî û hwd) nehatibe îspatkirin, wê demê ev çete wê tenê bi “endamtiya rêxistina çeteyan” were darizandin. Eger ji bilî endamtiyê sûcên din hebin (kuştin, çavdêriya kuştinê, alîkarîdayîn, îşkence, revandin û hwd) wê ev jî weke xalek cuda bê nirxandin. Cezayên wê bên dayîn jî li gorî vê diyar dibin. Di yasayên Rêveberiya Xweser de cezayê darvekirinê tune ye, lewma cezayên girtîgehê ji yên sivik heta cezayê muebetê tên dayîn. Cezayên çeteyan jî wê di vê çarçoveyê de bên dayîn.

Mijareke din a ku tê nîqaşkirin û îhtîmalek mezin di dema darizandinan hîn zêdetir were rojevê jî pirsa, “Rewşa çeteyên ku cezayên wan ên girtîgehê xilas bibin wê çibe, ev çete ji ku derê re bên şandin, welatên wan dê qebûl bikin an na?” Nîqaş û nirxandinên têkildar berdewam dikin.

WÊ JI ÇETEYAN RE YASA WERIN VEGOTIN

Aliyekê girîng ê darizandinê jî maf an jî parastina çeteyan e. Li gorî hiqûqnasan tu parêzerek herêmê parazvaniya çeteyan nagire ser xwe, lê di çarçoveya yasayan de û li gorî biryara dadgehê Yekîtiya Parêzeran wê ji çeteyan re yasa û mafan vebêjin. Ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser parezer wê ji bo parastina çeteyan karibin werin hîn nediyar e, lê li gorî agahiyan eger parêzerek bixwaze were, wê destûrê ji rêveberiya xweser bigire û li gorî yasayên herêmê tevbigere.