1'emîn Konferansa Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê hat lidarxistin

Di 1'emîn Konferansa Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê de ya bi dirûşma "Tenduristiya baş garantiya rast a civakek saxlem e" li dar ketiye, hevseroketiya yekitiyê û nûnerên meclisa rêveberiyê hatin hilbijartin.

1'emîn Konferansa Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê hat lidarxistin
1'emîn Konferansa Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê hat lidarxistin
1'emîn Konferansa Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê hat lidarxistin
1'emîn Konferansa Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê hat lidarxistin
1'emîn Konferansa Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê hat lidarxistin
1'emîn Konferansa Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê hat lidarxistin
15 hezîran, 2023   15:54
DÊRAZOR

1'emîn Konferansa damezirîner a Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê bi beşdariya bi dehan bijîşk, nûnerên saziyên civaka sivîl û komîteyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat lidarxistin.

Konferans li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma Seba Kîlo hat lidarxistin.

Di serî de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê Muna El Hemadî geşedanên siyasî yên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn xwendin. Piştre beşdaran têkildarî rewşa siyasî nêrînên xwe parve kirin.

Dû wê, hevserokê saziyên civaka sivîl ên Dêrazorê Îbrahîm El Sultan rêziknameya Yekitiya Bijîşkan xwend ku ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin.

Piştî wê beşdaran 9 nûnerên Meclisa Rêveberiyê ya Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê hilbijartin ku 2 ji wan; bijîşk Selwa El Afis û bijîşk Tariq El Hîcî bûn hevserokên yekitiyê.

(mh/şx)

ANHA