Yekitiya Jinên Ciwan: Êriş berdewamiya siyaseta guhertina demografiyê ye

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û soz da ku li hember êrişan bisekine. Her wiha bang li gelê herêmê kir ku xwedî li ramana Rêber Abdullah Ocalan derkeve ji bo ku êrişan têk bibe.

Yekitiya Jinên Ciwan: Êriş berdewamiya siyaseta guhertina demografiyê ye
15 hezîran, 2023   15:44
KOBANÊ

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî daxuyanî li qada Jina Azad a Kobanê xwend.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de got êriş berdewamiya guhertina demografiya herêmê ye û armanca wê, valakirina herêmê û koçberkirina şêniyan e.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji projeya demokratîk ditirse ku raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, bingeha wê ye û di bin siya wê de pêkhate di nava ewlehiyê de ne.

Yekitiyê anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker nikare bigihêje armanca xwe ji ber ku gel bi saya ramana Rêber Abdullah Ocalan xwedî vîn e.

Di dawiyê de yekitiyê bang li xelkê herêmê kir ku têkoşînê li hember êrişan li gorî raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Ji destpêka hefteyê ve, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin ku bi balafirên bêmirov ên biçek deverên cuda bombebaran kirin û di encamê de gelek kes şehîd bûn û birîndar bûn.

(mh/şx)

ANHA