Şêniyên Şedadê û Holê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Şêniyên Şedadê û Holê teqezî bi girîngiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku ramana wî rêya yekane ya rizgariya Rojhilata Navîn ji kirîzan e.

15 hezîran, 2023   14:32
HESEKÊ

Li navçeyên Şedadê û Holê yên kantona Hesekê 2 civîn li gel şêniyan hatin lidarxistin. Di wan civînan de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û biryara dirêjkirina cezayên dîsplînî ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî wî daye, hatin nîqaşkirin.

Li navçeya Holê civîn ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve li bajarokê Um Hucêra û bi beşdariya bi dehan şênî hat lidarxistin.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mehdî El Dixêm civîn bi rêve bir ku wî di serî de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî wî pêk tîne, şermezar kir.

El Dixêm bang li şêniyan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Her wiha li Şedadê jî di heman çarçoveyê de civînek bi beşdariya bi dehan şênî, endamên saziyan û partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên ereb li dar ket.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a kantona Hesekê Rustem Bekir civîn birêve bir ku wî bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: “Tirkiye tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û hevdîtina wî bi malbat û parêzerên wî re qedexe kiriye. Ji Tirkiyeyê ku bi vî şêwazî dikare rê li ber belavbûna ramana rêberê me bigire, lê ew baş dizane ku wî girtîgeha Îmraliyê veguhastiye dibistanek ji bo belavkirina fikrê demokratîk.”

Bekir destnîşan kir ku perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn in.

Civîn bi siloganên “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA