′Tecrîd û êriş li pêş têkoşîn û berxwedana me nabin bend′

Xelkê navçeyên Çilaxa û Til Hemîsê yên Qamişloyê bi du xwepêşandanan êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got hûn nikarin têkoşîn û berxwedana me bişikînin.

15 hezîran, 2023   11:13
QAMIŞLO

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka hefteya borî ve dewleta Tirk a dagirker êrişeke leşkerî ya dijwar daye destpêkirin. Dewleta Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên bêmirov û topavêjan herêmên cuda kirin hedef û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

ÇILAXA

Ji bo şermezarkirina êriş, siyasetên tecrîdê û îşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şênyên Çilaxa, endamên sazî, meclis, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên ji partiyên siyasî, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Xwepêşandan ji Qada Şehîd Masûm a li naverasta navçeyê ber bi kolana giştî ve dest pê kir. Di nav de diruşmên "Bijî berxwedana gelan", "Bijî berxwedana Rêber Apo" û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Li qadê xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Kongra Star a Çilaxa Semer Hisên axivî û siyasetên dijminane yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Semer bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir li dijî siyasetên dijminane têkoşînê bilind bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û planên dagirkeriyê têk bibin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Çilaxa Feysel Hesen jî got heta serkeftina projeya demokratîk pêkhateyên herêmê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan dimeşin.

TIL HEMÎS

Bi sedan xelkê Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl ên bajarokên Til Ehmed, Ebû Cirn, Ukaz û Cezayê, rûspiyên eşîran xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji pêş avahiya trafîkê ya li rojhilatê navçeyê ber bi taxên navçeyê ve dest pê kir.

Li Çerxerêya Sewami ya li bakurê navçeyê xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Hemîsê Xalib El Sadûn axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got gelê herêmê yê xwe dispêre fikrên Rêber Abdullah Ocalan li hember siyasetên qirkirinê li ber xwe didin.

El Sadûn wiha domand: "Bi hevgirtina pêkhateyên herêmê; Erebû Kurd û Suryan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek serkeftin û destkeftî pêk hatin. Lê ev destkeftî li kêfa dijmin û dewleta Tirk a dagirker nayên, ji lew re bi topan, balafirên bêmirov û şaneyên çeteyên DAIŞ′ê herêmê hedef digirin."

El Sadûn wiha pê de çû: "Em ê ji bo têkbirina hemû êrişên li ser herêmên me li kêlek hêzên xwe yên leşkerî bin."

Endama navenda çandê ya Til Hemîsê Hedîl El Ebdullah jî got dewleta Tirk a dagirker tolê destkeftiyên li herêmê, ewlehî û îstîqrarê hiltîne.

Hedîl diyar kir ku bi êrişên xwe dewleta Tirk a dagirker hemû pêkhateyên Baur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin, lê ew nikare vîna wan bişikîne û dê bi hev re li hember van êrişan bisekinin.

(fr)

ANHA