Borrell: Siyaseta me li hemberî Sûriyeyê nehatiye guhertin

YE′yê ragihand ku ew destekê nadin normalîzekirina têkiliyên hikumeta Şamê, dewletên Ereban û dewleta Tirk a dagirker.

Borrell: Siyaseta me li hemberî Sûriyeyê nehatiye guhertin
15 hezîran, 2023   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajanseke Rûsyayê, Serokê Dîplomasiya Ewropayê Josep Borrell got, YE têkiliyên dîplomasiyê yên bi hikumeta Şamê re nanirxîne, cezayên li ser wê ranake û heta veguhertina siyasî çênebe, dest bi xebatên jinûve avakirinê nake.

Borrell, vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî di 7′ê Gulanê de wekî bûyerek girîng bi nav kir.

Borrell destnîşan kir ku hin hewldanên ji bo vegerandina têkiliyên asayî yên di navbera dewletên Ereban û rejîma Sûriyeyê de hene, her wiha hewldanên dewleta Tirk ên bi rejîma Sûriyeyê re jî hene.

Borrell got, “Dê YE cezayên li ser hikumeta Sûriyeyê dewam bike, rewşa niha ne guncaw e ku siyaseta xwe li hember Sûriyeyê biguherîne.”

(fr/c)