Rêxistinên jinan bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir

Rêxistin û saziyên jinan ên Tebqa û Dêrazorê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan û zarokan li herêmên dagirkirî şermezar kir û destnîşan kir ku ew hêz êdî gumanbar in.

Rêxistinên jinan bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir
Rêxistinên jinan bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir
15 hezîran, 2023   14:45
TEBQA

Bi dehan jin li pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê kom bûn û der barê kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li deverên dagirkirî de daxuyaniyek da. Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya kombûnê Şehid El Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îsrara dewleta Tirk a dagirker a pêkanîna kiryarên hovane û dermirovî li dijî şêniyên bajarên dagirkirî hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku ew bi zikreşiyeke mezin li dijî şêniyên resen van kiryaran dikin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sûcê kuştina jina Kurd "Ofe Şêx Ehmed" a ji gundê Şêx ê navçeya Reco ya Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve û bêdengiya cîhanê ya li hember sûcên wiha bi tundî hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku Efrîn bajarê aştiyê bû û her kes xwe tê de diparast niha bûye navenda terorîzma dewleta Tirk a dagirker û hat destnîşankirin ku bi saya berxwedana şêniyên Efrînê dê ev plan têk biçin û  ew rê nadin ku Efrîn bibe bajarekî Tirkiyeyî.

Di daxuyaniyê de bang li mirovên welatparêz û hêzên navneteweyî hat kiriin ku mafên mirovan biparêzin û sivîlan biparêzin û vê dagirkeriya zordest bi dawî bikin, ji ber ku bêdengiya wan, wan jî gumanbar dike ku êdî tenê şermezarkirin jî ji bo rawestandina lehiya xwînê ne bes in.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li şêniyên bajarên dagirkirî hat kirin ku dakevin qadan û banga derketina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê bikin û îşaret pê hat kirin ku dewleta Tirk baş dizane ku gelê Efrînê dê li ser axa xwe be û parastina nasnameya xwe bike û her çiqas sûcan bike lê nikare xwezaya wê axê biguhere û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Girêdayî heman mijarê, jin û komîteyên jinan ên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ki dijî jinan bi 2 daxuyaniyên cuda şermezar kirin û soza domandina têkoşînê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan da.

(mh/şx)

ANHA