​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dagirkeriyê

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka hefteya borî ve dewleta Tirk a dagirker êrişeke leşkerî ya dijwar daye destpêkirin. Dewleta Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên bêmirov û topavêjan herêmên cuda kirin hedef û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dagirkeriyê
15 hezîran, 2023   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN - CUMA MIHEMED

Roja şemiyê (10 Hezîranê), li gorî daxuyaniya YPG′ê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li ser rêya gundê Maratê û navçeya Ehdasê yê gundewarên Helebê bombebaran kir. Di encamê de 3 şervanên YPG′ê şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Duşemê bi beşdariya bi hezaran xelkê herêma Şehba û Efrînê ew şehîd li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê hatin oxirkirin.

Hemwextî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya darizandina çeteyên biyanî yên DAIŞ′ê ev êriş û bombebaran pêk hatin. Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatibû gotin: "Ji ber nebersivdana civata navneteweyî ji bangên Rêveberiya Xweser re têkildarî dewlet welatiyên xwe yên DAIŞ′ê wergirin, Rêveberiya Xweser biryar da ku ew ê dest bi darizandina çeteyên biyanî yên DAIŞ′ê bike."

Roja yekşemê (11′ê Hezîranê), artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bêlûniyê û derdora Til Rifet a Şehbayê bi top û hewanan topbaran kirin, her wiha gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê, gundên Merenaz, Şewarxa, Malkiyê û Tat Meraşê yên gundewarên Şerayê yên Efrîna dagirkirî bi deh guleyên obusan topbaran kirin.

Roja duşemê (12′ê Hezîranê), balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker saet di 11:55′an de motorsîklêtek li ser rêya Helebê ya têketina başûrê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 3 kes birîndar bûn; Mihemed Behcet Eyûb (25), Xebat Edhem (28) û Ela Ebdurezaq (22).

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku di topbarana li dijî karwaneke Rûsyayê li ser rêya Mezari Um Hoş-Hirbilê yê li gundewarên bakurê Helebê de leşkerekî hêzên Rûsyayê hate kuştin û 4 bi giranî birîndar bûn, hemwextî wê helîkopterên Rûsyayê li asîmanê herêmê bûn.

Di 13′yê Hezîranê de jî, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li derdora Til Rifetê ya Şehbayê bombebaran kir, di encamê de tankek hate rûxandin û leşkerek birîndar bû. Her wiha balafireke din a bêmirov a dagirkeriyê nuqteyeke din a hêzên hikumeta Şamê derdora gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî bombebaran kir, di encamê de tankek hate rûxandin.

Her wiha balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li derdora gundê Tinibê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirkr nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li derdora Aqîbê topbaran kirin, di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li kêleka wê balafireke keşfê ya biçek a dagirkeriyê bendeke kontrolê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li gundê Derec bombebaran kir, di encamê de şervanekî meclisê şehîd bû.

Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, balafireke keşfê ya biçek a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li derdora pira Qereqozaq li rojhilatê Minbicê bombebaran kir, di encamê de şervanek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Di saetên derengiya şevê ya sêşemê de (13′yê Hezîranê), artêşa Tirk a dagirker derdora baregeha hêzên Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê Şehbayê topbaran kir, lê tu agahiyên zelal der barê topbaranê de nehatin.

Roja çarşemê (14′ê Hezîranê), balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Şewarza yê Şerayê saet di 00:30′an de bombebaran kir, di encamê 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Her wiha balafireke bêmirov a dagirkeriyê derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê bombebaran kir, di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Her wiha balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker sibeha çarşemê 2 caran nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li derdora Til Rifetê bombebaran kir, di encamê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li kêleka wê jî balafireke bêmirov a dagirkeriyê derdora gundê Meyasê yê Şêrawayê bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li Minbicê jî di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de di dema hewldana rizgarkirina 2 zarokên bi topên hêzên dagirkeriyê li dijî mezreya gundê Dendeniyê li bakurê rojavayê Minbicê de birîndar bûn, 5 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Her wiha di bombebarana li bakurê Minbicê de şervanekî din şehîd bû.

Balafireke din a bêmirov a dagirkeriyê malek li gundê Ereb Hesen bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrişî gundên Soxanakê, Bênê û Şewarxa yên navçeyên Şêrawa û Şerayê kirin, di encamê de zirarên madî çêbûn û agir bi zeviyan ket. Di heman demê de gundê Muelek û Kampa Eyn Îsayê yên li navçeya Eyn Îsayê bo çekên giran topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker di 14′ê Hezîranê de derdora rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê li nêzî kargeha çemento ya li gundê Şorkê de topbaran kir, di encamê de 4 kes birîndar bûn û zirarên madî bi erebeyan de çêbûn.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xalidiyê û rêya M4 ya li rojavayê Eyn Îsayê, gundê Miniqê yê kantona Şehbayê topbaran kirin.

Hemwextî êrişên li ser herêmê balafirên bêmirov û şer ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê digerin.

RÛDANÊN BI HEV VE GIRÊDAYÎ

Ev êriş û rageşiya dijwar di demekê de hat ku ajanseke Rûsyayê çarşemê da zanîn ku cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê dê di 21′ê Hezîranê de li Astanayê bicivin.

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê ya kar û barên Rojhilata Navîn û Afrîkayê, cîgirê wezîrê karên derve Mikhail Bogdanov got nexşerêya normalîzekirina di navbera Sûriye û dewleta Tirk de ku Rûsyayê daniye, amade ye.

Beriya wê jî, CENTCOM′ê 13′yê Hezîranê ragihandibû ku 22 leşkerên wan di qezayeke helîkopterê de roja yekşemê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birîndar bûn û 10 ji wan ji bo dermankirinê derxistine derveyî herêma Rojhilata Navîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel ragihand ku di navbera 10, 11 û 12′yê Hezîranê 85 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bombebarankirin. Ev yek destnîşan dike ku dewleta Tirk a dagirker êrişeke leşkerî li dijî Kurdên li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

(fr)

ANHA