Li Brukselê kongreya alîkarîdayîna Sûriyeyê

Yekitiya Ewropayê ji bo komkirina pereyan ji bo Sûriyeyê, îro kongreyek navneteweyî li dar dixe.

Li Brukselê kongreya alîkarîdayîna Sûriyeyê
15 hezîran, 2023   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongre li paytexta Belçîkayê Brukselê tê lidarxistin û armanc jê komkirina alîkariyan ji bo Sûriyeyê ye.

3 rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku pêdiviya gelê li hundirê Sûriyeyê û penaberên sûriyeyî yên li derve bi rêjeyeke mezin a alîkariyê heye.

Rayedarên NY`yê yên bi kar û barên mirovî û alîkariyan radibin, got divê civaka navneteweyî di aliyê darayî de piştgiriyeke zêdetir pêşkêş bike û diyar kir ku alîkariyên zêdetir ji bo gelê Sûriyeyê û dewletên ku penaberên sûriyeyî lê bi cih dibin, pêwîstiyek e.

Komîseriya Bilind a kar û Barên Penabaran a NY`yê dibêje ku zêdetirî 14 milyon sûriyeyî ji 2011`an de ji malên xwe derketine, hê jî nêzî 6.8 milyon sûriyeyî di hundirê welat de koçberî herêmên din bûn û li wan herêman jî gel di nava xizaniyê de dijî.

Li Tirkiye, Lubnan, Urdin, Iraq û Misirê herî kêm 5.5 milyon penaberên sûriyeyî bi cih dibin.

Rayedarên NY`yê hişyarî da ku fînansekirina planên NY`yê yên têkildarî alîkariyên li hundirê welat bi 5.4 milyar dolar û 5.8 milyar dolar ji bo sûriyeyiyên li herêmê, îsal gelekî kêm e.

Di salên aloziya Sûriyeyê de, nemaze piştî erdheja wêranker, doza mirovî wekî amûreke îstîsmar û şantaja siyasî hat bikaranîn. Hikumeta Şamê û komên çeteyan jî alîkariyên ji bo mexdûran dihatin, didizîn.

(c)