​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da têkiliyên Şam-Enqereyê û rewşa Lubnan û Sûdanê

Civîna Astanayê, kongreya li Brukselê, krîza serokkomariya Lubnanê û şerê Sûdanê rojevên rojnameyên erebî yên îro bûn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da têkiliyên Şam-Enqereyê û rewşa Lubnan û Sûdanê
15 hezîran, 2023   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

′AMADEKARIYÊN LEZ ÊN ASTANAYÊ: ŞAM Û ENQERE ZÊDETIR BI SEBR IN′

Rojnameya El Exbar a Lubnanê li ser rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Ev çend roj in dewleta Tirk nuqteyên ′Hêzên Sûriya Demokratîk′ û nuqteyên artêşa Sûriyeyê yên li gundewarên bakurê Helebê bombebaran dike. Hemwextî wê, duh Moskovê ragihand ku dê cîgirên wezîrên karên derve yên dewleta Tirk, Rûsya, Sûriye û Îranê di 21′ê Hezîranê de li Astanayê bicivin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê û nûnerê taybet bi serokê Rûsyayê li herêma Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mikhail Bogdanov got dê di civînê de normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de were nîqaşkirin, projeya Rûsyayê ya têkildarî nexşerêyê amade ye.”

′KONGREYA BRUKSELÊ; NÛKIRINA ALÎKARIYÊN EWROPAYÊ JI BO GELÊ SÛRIYEYÊ′

Rojnameya Şerq El Ewset jî têkildarî rewşa Sûriyeyê nivîsand: "Bi sernavê ′Piştgiriya paşeroja Sûriyeyê û herêmê′ li navenda Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê kongreya 7′an a ku YE li dar dixe, pêk hat. Armanca kongreyê nûkirina alîkariyên mirovî yên ku Ewropa û aliyên navneteweyî didin gelê Sûriyeyê û welatên cîran ên ku penaberên Sûriyeyî lê dimînin. Kongreya ku 7 sal e bi beşdariya berfireh a aliyên herêmî û ewropayî tê lidarxistin, armanc dike ku bibe platforma sereke ji bo Sûriye û herêmê û bibe derfetek ji bo dîtina çareseriyeke aştiyan ji aloziya Sûriyeyê re li gorî biryara 2254′an."

′LUBNAN LI PÊŞBERÎ 2 VEBIJÊRKAN E’

Rojnameya El Ereb têkildarî valahiya serokkomariya Lubnanê wiha nivîsî: "Li gorî derdorên siyasî yên Lubnanê, binkeftina rûniştina çarşemê ya hiblijartina serokkomarekî nû dihat pêşbînkirin û diyar kir ku gelê Lubnanê îro li pêşberî 2 vebijêrkan e; yan lihevkirina li ser namzetekî yan dirêjkirina rewşa valahiya serokkomariyê. Heman derdoran anî ziman ku li gel nakokiyên heyî, lihevkirina li ser namzetekî ne hêsan e.”

Aliyên siyasî destnîşan kir ku ger Hizbullah dev ji piştgiriya namzetê xwe Silêman Firenciyê berde û ji bo diyarkirina namzetekî din diyalogê bi Şepêla Nîştimanî re bide destpêkirin, dê rewş were guhertin.”

′ŞERÊ LI XERTÛMÊ DEWAM DIKE Û HIŞYARIYÊN LI SER KARESATEKE MIROVÎ′

Rojnameya El Îtîhad a Îmaratê jî li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsand: "Krîza Sûdanê ket meha 3′yan, lê hîna jî şerê tund û krîza mirovî ya mezin li Xertûmê û bajarên din dewam dikin.

Li gorî şahidên ji bajarê Ebyed ê başûrê Xertûmê, duh êrişên hewayî û şerekî dijwar li derdora bajarê Ebeyd rû dane.

Li gorî ACLED’ê di encama krîza Sûdanê de zêdetirî hezar û 800 kes hatine kuştin. Lê li gorî rêxistinên alîkariyê û rêxistinên navneteweyî hejmara rasteqîn ji wê zêdetir e. Her wiha nêzî milyonek kes koçber bûn. Ji wan 900 hezar ji paytextê bi sedema tundiyê reviyan û zêdetirî 475 hezar penaberî welatên cîran bûn."

(fr/c)