​​​​​​​Wezîrê karên derve yê Siûdiyê diçe Îranê

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan dê roja şemiyê li ser vexwendina hempîşeyê xwe yê Îranê, serdana Îranê bike.

​​​​​​​Wezîrê karên derve yê Siûdiyê diçe Îranê
15 hezîran, 2023   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Tesnîm a Îranê, Feysel Bin Ferhad dê di serdana xwe de bi rayedarên Îranê re bicive.

Wezareta Karên Derve ya Îranê roja duşemê daxuyandibû ku dê wezîrê karên derve yê Siûdiyê Feysel Bin Fehan li ser vexwendina wezîrê karên Ddrve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan, demeke nêz serdana Îranê bike.

Berdevkê wezaretê Nasir Kenanî gotibû ku têkiliyên fermi yên Îran-Siûdiyê baş in û dan û standinên dawîn ên di navbera wezîrên karên derve yên herdu welatan yên li Başûrê Afrîkayê avaker bûn.

Îranê di 7`ê Hezîranê de balyozxaneya xwe li Siûdiyê ji nû ve vekiribû.

(c)