Li 11 herêmên Bakur qedexe hat ragihandin

Dewleta Tirk a dagirker li 11 herêmên Şirnexa Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê qedexe ragihand.

Li 11 herêmên Bakur qedexe hat ragihandin
15 hezîran, 2023   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê ku agahiyên xwe spartin daxuyaniya Walîtiya Şirnexê, 11 herêm ji 15 heta 29'ê Hezîranê ji bo 15 rojan bi demkî weke 'herêma ewlekariyê' hatine ragihandin.

Herêmên qedexe lê hatî ragihandin ev in: Navenda Şirnexê û herêmên bejahî yên navbera navçeyên Cizîr, Silopiya, Basa, Qilaban û Elkê.

(c)