Zarokê ji êrişa dewleta Tirk sax filitî detayên bûyerê eşkere kirin

Mihemed Seîdê ji topbarana dewleta Tirk a dagirker xilas bûye: “Rasterast êriş me kir.”

Zarokê ji êrişa dewleta Tirk sax filitî detayên bûyerê eşkere kirin
14 hezîran, 2023   14:08
MINBIC-ŞÎRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi balafir û topan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Ji duh ve, gundên Minbicê; derdora gundê Tûxar, Derc, Dendeniye yê bakurê Minbicê topbaran kirin, hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê herêmê digeriyan.

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Dendeniye de zarokê bi navê Mihemed Seîd El Hesen (17) birîndar bûbû ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew rakiribûn nexweşxaneyê.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de gotibû: “Dema şervanên me 2 zarokên di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Dendeniye de radikirin, balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk êriş wan kir. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.” 

Piştî hedefgirtinê, zarok ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Minbicê. Mihemed Seîdê di êrişê de birîndar bûye got: “Em çûn kember berhev bikin, me dengê balafirekê bihîst. Piştre cihê em lê bûn, yekser bombebaran kir, ez ji ling û destê xwe de birîndar bûm. Hevalê min Osman El Ebdullah jî ji destê xwe de birîndar bû. Paşê em anîn nexweşxaneyê.”

(şx)

ANHA