`Edaleta jinan edaleta civakê ye`

Mala Jinan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo çareserkirina dozên jinan û bidestxistina azadiya wan, panelek bi navnîşan “Edaleta jinan edaleta civakê ye”

`Edaleta jinan edaleta civakê ye`
`Edaleta jinan edaleta civakê ye`
`Edaleta jinan edaleta civakê ye`
`Edaleta jinan edaleta civakê ye`
`Edaleta jinan edaleta civakê ye`
`Edaleta jinan edaleta civakê ye`
14 hezîran, 2023   13:47
 HELEB

Panel li hola Talê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket. Di panelê de, endamên saziyên sivîl, leşkerî, meclis û komîn beşdar bûn.

Endama Komîteya Edaletê ya Jinan a Mala Jinan Birîşan Reşîd panel bi rêve bir. Dûre endama Meclisa Edaleta Civakî ya Helebê Şerîhan Hec Yusif mijarên panelê xwendin.

Şerîhan di nirxandina xwe de got: “Dema em vegerin dîrokê, em dibînin ku jin bingeh û damara jiyana civakê ye. Keşf û mucizayên ku jinan afirandine û dane mirovahiyê, ew kir xwedawend.”

Şerîhan di heman demê de pirsî: “Çima rewşa destpêka mirovahiyê hat guhertin? Çi di dîrokê de çêbû ku heta jin bû kole, gelo sedemên vê pirsgirêkê yên dîrokî û rêbazên çareserkirina wê çi ne?”

ŞOREŞA JINAN MÎRASA TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ YE

Her wiha Şerîhan got: “dema dozên jinan di civakê de tên nirxandin, xuya dibe ku jin kaniya hemû dozan e. Hiyerarşiya pergala baviksalarî li ser jinan ava bûye û piştre derbasî civaka çîn û dewletê bû.”

Şerîhan rêbazên çareserkirina vê pirsgirêkê bi bîr xist û got: “Divê em vegerin dîroka jinan û lêhûr bibin, rastiya ku ji aliyê zihniyeta baviksalarî ve hatiye berovajîkirin, nas bikin. Bi saya têkoşîna 50 salî ya tevgera rizgariya jinan a Kurdistanê, êdî jin şoreşa xwe li dar xist, qaliba ku tê de dihat hiştin şikand. Ev hemû bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan, fikr û feslefeya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Têkildarî mijara panelê, beşdaran nêrînên xwe der barê rewşa jinan de, çareseriyên guncew ji bo çareserkirina dozên jinan parve kirin.

Girêdayî wê endama Rêveberiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Helebê Cîhan Mihemed got: “Doza jinan, mîna dozên din komeke nakokî ne û di gelek pirsgirêkan re derbas dibe. Ji ber wê divê em doza jinan çareser bikin mîna ku hewl didin aloziya Sûriyeyê çareser bikin.”

Cîhan der barê dîroka jinan de wiha axivî: “Ji bo ku em bikarin doza jinan çareser bikin, divê em vegerin dîrokê. Di civaka xwezayî re di çi re derbas bû? Civaka baviksalarî çi pê kir? Tenê bi berxwedanê, dikarin doza xwe çareser bikin. Ji ber ku em hertim di berxwedanê de pêşeng in.”

RÊWÎTIYA XWENASKIRINÊ

Endama Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo destnîşan kir ku jin di şer de her tim berdêla herî mezin dide û got: “Şer heta niha berdewam in. Li Efrîna dagirkirî mînak, jin tê kuştin, revandin û dest davêjin wê, ruxmî ku têkoşînek û berxwedaneke mezin nîşan didin.”

Fehîme diyar kir ku bi saya raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka Şoreşa Rojava ve ku bi şoreşa jinan hatiya naskirin, jin bû pêşenga civakan û ev li gotinên xwe zêde kir: “Herî dawî em gihaştin vê astê, ku her jinek hewl dide ku xwe nas bike û xwe birêxistin bike.”

(şx)

ANHA