Jinên Dêrazorê qetilkirina jinan li herêmên dagirkirî şermezar kir

Komîte û nivîsgehên jinan ên li Dêrazorê sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin û got divê jin bibin yek û nehêlin sûcên qetilkirinê pêk bên.

Jinên Dêrazorê qetilkirina jinan li herêmên dagirkirî şermezar kir
14 hezîran, 2023   12:43
DÊRAZOR

Jineke Kurd a ji gundê Şêx yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî bi amûreke tûj ji hêle çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin. Piştî qetilkirinê jî çeteyan mal talan kir û şewitand, da ku nîşaneyên sûc veşêrin.

Li herêmên Sûriyeyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin sûcên qetilkirin, tecawîzkirina jin û zarokan zêde dibin. Tenê ji destpêka Gulanê ve 2 zarok (10 û 14) ji hêla çeteyan ve hatin tecawîzkirin, herî dawî jî jineke Kurd bi destê çeteyan hate qetilkirin.

Komîteya Jinan û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê sûcên qetilkirina jinan li Efrîna dagirkirî şermezar kirin û got armanc ji hedefgirtina jinan şikandina vîna wan e.

êweyên tundiya li dijî jinan bi binpêkirina mafên mirovan hatin wesifkirin û got divê jin li hember sûcdaran bibin yek û nehêlin ev sûc pêk werin.

Jinan bang li aliyên hiqûqî yên navneteweyî kir ku van sûcên hovane yên li dijî jinan bi dawî bikin û got dê jin li dijî van sûcan bisekine û vê kiryara dermirovî bi dawî bike û yek destî tudiya li dijî jinan têk bibe.

(fr)

 ANHA