Li Şehba û Şêrawayê êriş: Leşkerekî Şamê hat kuştin, 3 jî birîndar bûn

Di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li navçeya Şêrawa ya Efrînê û herêma Şehbayê de, leşkerekî Şamê hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Li Şehba û Şêrawayê êriş: Leşkerekî Şamê hat kuştin, 3 jî birîndar bûn
14 hezîran, 2023   06:23
NAVENDA NUÇEYAN

Êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên Efrîn û Şehbayê ji şevê din de bênavber berdewam dikin.

Druneyeke biçek a dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir. Di êrişê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û leşkerek birîndar bû.

Dewleta dagirker danê siharê saet di 06:00 û 07:00`an de jî du caran nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li derdora navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, di wê êrişê de jî 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

(c)

ANHA