​​​​​​​Kursiyek tenê têra hêviyên jinên Kuwêtê nake - Hêvîdar XALID

​​​​​​​Kursiyek tenê têra hêviyên jinên Kuwêtê nake - Hêvîdar XALID
14 hezîran, 2023   07:20

Di demekê de ku cîhan di tevahî qadên jiyanê de ber bi pêşketinan ve diçe, jinên Ereb di rêwîtiya xwe ya kar û siyasetê de rastî gelek astengiyan tên.

Tevî ku têkoşîna jinan yek ji lingên sereke yên îstîqrara civakê ye, lê jinên Ereb hîna bi awayekî sîstematîk tên înkarkirin û paşguhkirin. Serokên dewletên Ereban hêz û rola jinan a pêşeng di civakê de paşguh dikin. Her wiha pê nizanin ku heke jin mafên xwe yên siyasî bi dest bixin û bi awayekî çalak cihê xwe di navendên biryardayînê de bigirin, dê destkeftiyên mezin pêk bînin.

Encamên hilbijartinên parlamentoya Kuwêtê diyar bûn. Li gorî wê muxalefetê piraniya kursiyan qezenc kirin, lê jinek tenê ket parlamentoyê. Vê yekê xwestekeke kûr di hundirê min de da avakirin ku ez dosyaya demokrasî û azadiya jinan û mafên wan di namzetî û dengdayînê de, bi taybetî li welatên Ereban, lêkolîn bikin. Eger em hinekî li dîrokê vegerin, em ê bîbînin ev encam ji encamên hilbijartinên sala 2020'an dûr nîn in. Di hilbijartinên wê salê de, tevî parlamenter Sefa Haşim, tu namzetên jin bi ser neketin. Sefa El Haşim di hilbijartinên sala 2012'yan de bi ser ketibû û di Komîteya Kar û Barên Aborî de erk wergirtibû. Di hilbijartinên salên 2013 û 2016'an de jî bi ser ketibû. Piştî binketina Sefa El Haşim di hilbijartinan de, rengê jinan bi temamî di parlamentoyê de winda bû.

Li Kuwêtê di 16'ê Gulana 2005'an de yekem car destûr hate dayîn ku jin di hilbijartinan de bibin namzet. 37 parlamenteran deng dan biryara namzetiya jinan di parlamentoyê de û 21 parlamenteran biryar red kir. Bi vê yekê derbeyeke mezin li hewldanên jinên kuwêtî û têkoşîna wan a ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî li welêt ket.

Di welatekî mîna Kuwêtê ku îdia dike welatê maf û azadiyan e, biserketina jinekê ji me re îdiayên wê eşkere dike û heta kijan astê desthilat ji saziya herî biçûk a welêt heta lûtkeya wê bi pergala baviksalar ve girêdayî ye. Hemûyan xwe bi zîhniyeta baviksalar asê kiriye ku jinan ji navendên girîng ên dewletê dûr dixe, nexasim ji dadgerî û destûrê. Mafên wan heke nehatibin jibîrkirin jî, di asta duyemîn de ne. Nemaze ku rêgeza demokrasiya rastîn, li ser ‘cihê jinan li mal e, ne li qada siyasî ye’ ava bûye.

Tevî hewldanên mezin ên jinan ên li dijî zîhniyet û siyasetên ji salên 50`yî ve li ser tên meşandin, lê dîsa jî di vê qadê de êşên mezin dikişînin. Nekariye ku bigihêje nûnertiyeke rastîn ku rûmeta wê diparêze.

Li Kuwêtê, qada dîplomasiyê, li pêşiya jinan girtî ye û nikarin bigihêjin erkên payebilind. Tevî ku perwerdeya dîplomatîk jî dibînin, lê tenê dikarin wek lêkolînerên siyasî bixebitin.

Kuwêt, di rêjeya beşdariya jinan a erkên wezîran û rêveberî yên giştî de, ji paşve di rêza duyem de ye. Beşdarbûna jinan di meclisên yasayî û parlamentoyê de piçekî bi pêş ketiye, lê tevlêbûna wan sînordar e. Li gel ku dewletên Kendavê di bilindkirina rêjeya tevlêbûna jinan di saziyên yasayî de di hevrikiyê de ne, lê Kuwêt di nûnertiya jinan a parlamentoyê û meclisan de di rêza dawîn de ye. 

Li gorî Desteya Jinan a NY`yê ji 193 dewletan Kuwêt a 179’an e. Ji ber ku pergala wê ya parlamentoyê, li pêşiya tevlêkirina jinan astengiya herî mezin e. Pergala yekdeng, hewldanên jinan ku bigihêjin parlamentoyê dijwar dike, rûbirûyî zehmetiyeke mezin dihêle ku deng û doza xwe bigihînin parlamentoyê. Li gorî vê pergalê, her hilbijêrek tenê dikare deng bide namzetek Meclisa Ume.

Tevî ku Kuwêt lihevkirina CEDAW’ê îmze kiriye, lê ew yekane welat bû ku xala 7`ê ya lihevkirinê ku li ser wekheviya zayendî di dengdana hilbijartinan de ye, namzetbûn û beşdarbûna di hilbijartinan de û sazkirina siyaseta hikumetê û pêkanîna wê, ragirt.

Erê rast e, jinên kuwêtî ji mafên aborî yên ji mêran re hatine danîn, mehrûm e. Biryarên zayendperest di qanûna rewşa kesane de, kapasîteya jinan a ji bo beşdarbûna tam di pêşketina aborî û civakî li welêt de, asteng dike. Tenê mêran wek serokên malbatan nas dike. Ev dihêle ku bêtir alîkariyên civakî wergirin. Ji bo wê, li gorî raporên NY`yê, cudahî di navbera mûçeya malnişîniyê de çêbû. Di nava jinan de bêkariyeke mezin heye. Di vê dawiyê de rêjeya wê gihaştiye asteke bilind.

Li rex wê, hîna gelek sûc li dijî jinan tên kirin ku qalibên der barê cihê jinan û mêran de xurttir dikin. Nemaze ku pergala perwerdeyê ya li welêt hîna di astên seretayî û amadehî de, her du zayendan ji hev cuda dike. Hin wane tenê ji bo zarokên keçîn veqetandiye. Mîna waneyên hunera xwarinçêkirinê, dirûtin, neqşkirin û debara malê. Metaryal, ev wêneya zayendperest di civakê de xurttir dike.

Têgeha serdest di nav civaka kuwêtî de, jin di radeya yekemîn de divê kar maê bike. Zarokan mezin bikin û gelek karên din ku têkilî jinan e bike. Nemaze ku qanûna malbatê, destûrê nade jinan ku bi awayekî çalak tev li qadên din ên jiyanê bibe. Mîna jinan li gelek dewletên erebî, dema tundî li ser pêk were, nikare li polîsan gilî bike. Lê belê wê vedişêre û bi rêbazên nerm çareser dike.

Axaftina li ser vê mijarê, dûr û dirêj e û bi dawî nabe. Lê biserketina Wehîda di hilbijartinan de, asta hegemoya zihniyeta baviksalarî nîşan dide ku li pêşiya jinan dibe astengî ji bo ku mafên xwe yên siyasî bi dest nexe. Kursiya yekane ya ku Wehîda bi dest xistiye, têra hêviyên jinên kuwêtî nake. Kurdsiyek her çiqas bi hêz be jî, gelo dikare çi bike? Ev cemidandin, qet ji jinan qut nabe û nayê wê wateyê ku jinan destkeftî bi dest xistiye û hertişt bi dawî bûye. Ji bo tunekirina zayendperestiyê û afirandina zemînekê ku dikare mafên xwe yên siyasî bê îstîsna bi dest bixe, hîna zehmetî hene.

Pêwîstiya jinên kuwêtî bi têkoşîneke siyasî ya mezintir heye da ku bikarin bikevin parlamentoyê û xwedî vîneke siyasî ya rast û serbixwe bin. Di rastiyê de biryar û qanûnên ku dewlet ji bo tunekirina zayendperestiyê dide, têrê nake. Ji ber ku di piraniya wan de li dijî jinan diqulibin, li şûna ku çareseriyan ji dozên wan re çêkin, dozên wan asteng dike û rê li pêşiya tevlêbûna wan di gelek qadan de digire.

Têkoşîna siyasî û fikrî rêya yekane ye ku jinên kuwêtî dikarin armancên xwe pê pêk bînin. Divê hewldanên mezin di gelek qadên jiyanê de bikin. Rola xwe ya pêşeng bilîzin. Di qada hiqûqî de, kar û xebatên xwe xurttir bikin û destkeftiyên ku bi hewldanên xwe yên xweser bi dest xistine, biparêzin.

(bb-şx)