Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir

Medyaya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî nuqteyên nêzî Şamê de, leşkerekî hikumeta Şamê bi giranî birîndar bûye.

Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir
14 hezîran, 2023   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê di salên borî de li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê, Îran û Hizbullaha Lubnanê yên li gelek deverên nêzî Şamê bi sedan êrişên hewayî pêk anîn.

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî, got: “Derdora saet 10:05`ê berbanga çarşemê, Îsraîlê ji aliyê Colana dagirkirî ve êrişeke hewayî bir ser hin nuqteyên li başûr rojavayê Şamê. Di êrişê de leşkerek bi giranî birîndar bû û zirarên madî çêbûn.”

Li gorî heman ajansê, pergala parastina hewayî bersiv daye mûşekan û hinek xistine xwarê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand ku êrişên Îsraîlê li dijî derdora Balafirgeha Naventeweyî ya Şamê, herêma Keswê ya li başûr rojavayê Şamê pêk hatine ku li wê derê depoyên girêdayî komên alîgirên Îranê hene.

Hat ragihandin ku deverên hatine hedefgirtin, hatin rûxandin.

SOHR`ê da zanîn ku di êrişê de birîndar çêbûne û yek ji birîndaran endamê hêzên hikumeta Şamê ye. Her wiha agahiyên li ser kuştiyên ji nava komên alîgirên Îranê hatin parvekirin.

(c)