Li Bestayê 5 leşkerên dagirker hatin kuştin

HPG'ê da zanîn ku li herêma Bestayê 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Li Bestayê 5 leşkerên dagirker hatin kuştin
12 hezîran, 2023   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha da zanîn: "Artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê bi birîna daran xwezayê wêran dike, li dijî hêzên me yên li Bakur operasyonên tunekirinê dimeşîne û bombardûmana li ser hêzên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Hêzên me li herêma Besta ya Botanê li dijî dagirkerên ku dest bi operasyonê kiribûn bi çalakiyeke xurt bersiv dan û di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin."

"Li Botanê;

Dewleta Tirk a dagirker di nava du salên dawî de li Botanê daran dibire, daristanan ji holê radike û bi vî rengî xwezayê wêran dike. Dewleta Tirk a qirker bi talankirina cografya Kurdistanê li dijî mirovahiyê sûcekî mezin dike. Li Girê Gêsin ê li herêma Besta ya Botanê, bi birîna daran dagirkeran xweza talan kirin û dest bi operasyonê kirin. Hêzên me dagirker xistin bin kontrola xwe û di 7'ê Hezîranê de xwe berdan nava vê hêza dijmin, ji sê baskan ve bi rengekî koordîneyî li dijmin xistin. Ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî derbên giran li dagirkeran hate xistin û di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Artêşa Tirk tenê kuştiyekî xwe ji çapemeniyê re eşkere kir û kuştiyên xwe yên din veşart.

Ev çalakî di şexsê fermandara me ya leheng Şehîd Leyla Sorxwîn de ji bo hilanîna tola hevrêyên me Bawer, Rênçber, Dilşêr û Şerger hate ikrin, ku li Bestayê di êrişên dawî yên dijmin de şehîd bûn.

Dagirkerên ku derba giran xwarin bi balafirên şer û helîkopteran bombardûmaneke giran li qada çalakiyê kirin, dest bi operasyoneke berfireh kirin û 8'ê Hezîranê saet di 01:00 de bi balafirên şer 4 caran bombe kirin. Di vê çalakiyê de û di êrişên dijmin ên piştî çalakiyê de ti windahî ji me çênebû.

BOMBEYÊN QEDEXEKIRÎ HATIN BIKARANÎN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî;

Li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, çeperên me di 10'ê Hezîranê de carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

9'ê Hezîranê qadên Serê Metîna û Gundê Bêşîlê yên herêma Metînayê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê, Girê Cûdî yên Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 93 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 10'ê Hezîranê êriş bir ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û hewl da bi kepçeyan hilweşîne.”