​​​​​​​'Me bi Rêber Apo xwe nas kir divê em tecrîdê bişikînin'

Jinên ji pêkhateyên cuda yên Minbicê destnîşan kir ku jin bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûne xwedî hêz û îrade, lewma divê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkkoşîn bê mezinkirin.

​​​​​​​'Me bi Rêber Apo xwe nas kir divê em tecrîdê bişikînin'
11 hezîran, 2023   00:16
MINBIC - ŞÎRÎN SERXAN 

Gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan red dikin.

Ji 25`ê Adara 2021`an ve, tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatiye girtin ku dewleta Tirk a dagirker 26`ê Nîsanê, dema qedexeya hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan heta 6 mehên din dirêj kir tevî ku dema qedexeya beriya wê hîna bi dawîn nebûye.

/kr/uploads/files/2023/06/10/192444_-1.webp

Welatiya bi navê Sena Receb a Çerkez û ji Minbicê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê armanc dike vîna gelên azad bişikîne û mafên pêkhateyan binpê bike piştî ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan pratîk kirin.

Ji bo parastina destkeftiyên jinan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sena destnîşan kir ku dê nifşan ava bikin ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bikin bingeh. Her wiha Sena soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê ji bo belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, azadkirina tevahî jinên bindest da û got: “Azadiya jinan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

/kr/uploads/files/2023/06/10/192401_-_1.webp

Henan Mihemed a ji pêkhateya Ereb banga bidawîkirina tecrîdê kir û got: “Bi saya fikrê wî yê azad jinan mafên xwe bi dest xistin. Êdî şoreşa wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li seranserî cîhanê bû model.”

Henan wiha domand: “Divê jinên Minbicê, rêya Serok berdewam bikin ku ji bo azadiya jinan û gelên bin dest, azadiya xwe ya fîzîkî feda kir. Divê em têkoşînê mezin bikin û hewldanên xwe xurttir bikin ji bo ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.”

/kr/uploads/files/2023/06/10/192423_-.webp

Rama Berkel jî tecrîd şermezar kir û banga rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku tecrîdê bi dawî kir û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin ji ber sûcên ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike.

‘AZADIYA ME BI AZADIYA RÊBERTÎ VE GIRÊDAYÎ YE’

Têkildarî girêdana jinan bi Rêber Abdullah Ocalan ve, Ramayê got: “Bi saya Rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî jin pê ve girêdayî ne. Ji bo ku em azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin, gelên herêmê têkoşîna xwe didomînin, dê dengê me bilind bimîne û daxwaza me ya yekane bidawîkirina tecrîdê ye.”

Rama di dawiyê de got: “Bi berxwedan û hevgirtina me em dê dîwarê Îmraliyê hilweşînin û rêberê xwe azad bikin.”

/kr/uploads/files/2023/06/10/192507_-.webp

Xenîme Taha ya ji pêkhateya Turkmen jî got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê em terka qadan nakin. Em di wê qenatê de ne ku azadiya me bi azadiya Rêber ve girêdayî ye.”

(şx)

ANHA