​​​​​​​Endamên Kooperatîfa Aboriya Jin berhemên xwe kom dikin 

Bi rihekî hevpar 18 jinên ji navçeya Tirbespiyê di kooperatîfa çandiniyê ya Aboriya Jin de berhemên xwe yê çandiniyê kom dikin.

​​​​​​​Endamên Kooperatîfa Aboriya Jin berhemên xwe kom dikin 
​​​​​​​Endamên Kooperatîfa Aboriya Jin berhemên xwe kom dikin 
​​​​​​​Endamên Kooperatîfa Aboriya Jin berhemên xwe kom dikin 
​​​​​​​Endamên Kooperatîfa Aboriya Jin berhemên xwe kom dikin 
​​​​​​​Endamên Kooperatîfa Aboriya Jin berhemên xwe kom dikin 
10 hezîran, 2023   00:27
QAMIŞLO - HÊLÎN EYLÛL

Yek ji projeyên ku saziya Aboriya Jin jê sûdê digire û her sal bi pêş dixe jî çandiniya genim, kizbera, ceh û kemûnê ye. Li gundê Meşûq û Elî Bedrana yên navçeya Tirbespiyê yên kantona Qamişloyê, 18 jinan di vî mewsimî de bi piştgiriya Aboriya Jin, 75 donim erd bi genim, kizbera û kemûnê çandibûn.

Niha dema çinînê ye û wan jinan jî dest bi çinîna çandiniya xwe kiriye.

Berhemên kooparatîfê ji sedî 75 ji bo endamên kooperatîfê ne, ji sedî 15 jî ji bo demsala pêş a çandiniyê ne, her wiha ji sedî 10 ji bo kirêya erdan û mesrefan tê veqetandin.

/kr/uploads/files/2023/06/09/190300_mewlid.webp

Der barê komkirina mewsîmê de endama kooperatîfê Mewlîde Beşîr Ehmed ji ajansa me re axivî.

‘BERPIRSÊN PÊŞXISTINA ÇANDINIYA WELATÊ XWE’

Mewlîde Beşîr Ehmed ku ev 4 sal e di vê kooperatîfê de cih digire, got: “Îsal mewsima me ji hemû salên din baştir e.”

Mewlîdeyê da zanîn ku her sal kooperatîf bi pêş dikevin û wiha dom kir: “Em dest ji vî karî bernadin, em ê ji bo axa xwe bixebitin.”

Mewlîdeyê destnîşan kir ku têkiliyên di nava kooperatîfê de pir baş in û her yek karê xwe dike û wiha dom kir: “Em bendewariyê ji hev nakin, her kes karê xwe dizane û dike. Em ne tenê hevrê ne, her wiha berpirsên pêşxistina çandiniya welatê xwe ne jî.”

‘ROJÊN ME XWEŞ DERBAS DIBIN’

Mewlîde Ehmed da zanîn ku ew di destpêka biharê de dest bi karê xwe dikin û wiha lê zêde kir: “Em karê xwe yê vir gelek caran li gorî rewşa malê bi rêxistin dikin. Me kizbera kom dikir û niha jî em genim kom dikin. Em di nava erdên xwe de ji xwe re stranan dibêjin. Li hev kom dibin û rojên xweş derbas dikin.”

ANHA