​​​​​​​′Cezayê dîsîplînê sûcekî dermirovî ye′

Hiqûqnas û endamên saziyên sivîl diyar kir ku kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û got dirêjkirina tecrîdê sûcekî dermirovî ye.

​​​​​​​′Cezayê dîsîplînê sûcekî dermirovî ye′
9 hezîran, 2023   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN-SELAM KÊREWAN-ELÎ EREB

Desthilatdarên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bi hinceta ′cezayên dîsîplînê′ tecrîdeke giran ferz dikin. Cezayê dawîn jî di 26′ê Nîsanê de bû.

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember van cezayan hêrs û berteka xwe nîşan dan û bang kir ku divê dewleta Tirk a dagirker li hember binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku agahî ji 25′ê Adara 2021′ê ve jê nehatine wergirtin, hesabê bide.

/kr/uploads/files/2023/06/09/185805_-1.webp

Hiqûqnas Şadî Îbrahîm ê ji Tebqayê li ser mijarê wiha got: "Her kes siyaseta dijminane û lîstika dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî binpêkirina qanûn, şert û pabendbûna bi qanûnan dizane. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi xwe li ser peymanên navneteweyî bi rêxistinên mafên mirovan ên Ewropayê re îmze kirin."

Îbrahîm wiha domand: "Di ser dîlgirtina rêbertî re 24 salan derbas bûn. Di qanûn û cezayên navneteweyî de cezayê muebedê 22 sal in, lê dewleta Tirk ev qanûn di nava bêdengiya navneteweyî ya şermîn de bin pê kirin."

Îbrahîm wiha pê de çû: "Divê em hiqûqnas li ser vê mijarê bi awayekî cidî bixebitin û nîqaş bikin, bi taybet piştî dewleta Tirk hewl da qanûna 5275′an a têkildarî tedbîrên cinayetê yên li dijî girtiyan, pêk bîne."

Îbrahîm bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku çalakî, xwepêşandan û civînên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde bikin.

Di dawiyê de Îbrahîm bang li rêxistinên hiqûqî, rêxistinên mirovî û CPT′yê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ku pabendî peymanên bi wan re îmzekirin be.

/kr/uploads/files/2023/06/09/185820_-.webp

Li aliyekî din jî hevserokê Komîteya Xizmetguzariyan a Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Wehab El Beşar wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi dirêjkirina tecrîdê vîna Rêber Abdullah Ocalan bişikîne. Lê ev yek ne pêkan e."

El Beşar bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildarî mafên mirovan der barê kiryarên dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de rexne kirin.

El Beşar destnîşan kir ku divê têkoşîn û berxwedan heta şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bike. Her wiha El Beşar bal kişand ser kiryarên li Îmraliyê û girtîgehên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan pêk tên.

/kr/uploads/files/2023/06/09/185749_-.webp

Endama rêveber a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa herêma rojava ya Dêrazorê Emel El Hesen jî wiha got: "Em hemû cezayên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar dikin. Ew ceza sûceke dermirovî ye û divê dewleta Tirk li ser vê yekê hesab bide."

Emel bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê li hember dewleta Tirk a dagirker bilind bikin.

(fr)

ANHA