Nasnameya endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê diyar bû

Li dijî endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li Silêmaniyê êrişeke suîqestî pêk hatibû. Hate zanîn ku navê kesê êriş lê hatiye kirin, Hûseyîn Arasan e û ji Mêrdînê ye.

Nasnameya endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê diyar bû
9 hezîran, 2023   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê vê sibehê li dijî endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li Silêmaniyê êrişeke sûîqestê pêk hat. Li gorî agahiyan 3 gule bi bedena endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ketiye û rakirine nexweşxaneyê û niha dibin çavdêriya dixtoran de ye.

Êrişa li ber deriyê komeleyê pêk hat û nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Rojnewsê xwe gihand nasnameya endamê komeleyê ku êriş lê hatiye kirin.

Li gorî agahiyan navê kesê êriş lê hatiye kirin, Hûseyîn Arasan e û ji bajarê Mêrdîn ê Bakurê Kurdistanê ye. Hûseyîn Arasan li bajarê Tirkiyeyê Izmîrê di sala 1978’an de ji dayik bûye.

Hat ezanîn ku Hûseyîn Arasan ji ber doza siyasî ji neçarî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û niştecihê Silêmaniyê bû.