​​​​​​​Hevşaredarên Panosê destgîr kirin

Hevşaredarên navçeya Panosê ya Agiriyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç hatin destgîrkirin.

​​​​​​​Hevşaredarên Panosê destgîr kirin
9 hezîran, 2023   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk a dagirker hevşaredarên navçeya Panos a Agiriyê yên HDP’yî Muşerref Geçer û Emrah Kiliç tevî gerînendeyê çavkaniyên mirovî Ûgûr Laçîn hatin destgîrkirin.

Muşerref Geçer li navenda bajêr, Kiliç jî li Stenbolê hate destgîrkirin.

Hinceta destgîrkirina hevşaredaran nehate zanîn.