Malbatan careke din serî li dozgeriyê da

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê da.

Malbatan careke din serî li dozgeriyê da
9 hezîran, 2023   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Girtîgeha Îmraliyê da.

Ev 3 sal e ji Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayên wergirtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve bi tu awayî ji Rêber Abdullah Ocalan agahiyan nastînin.

Parêzeran di 2’yê Gulanê de daxuyanî dabû û gotibû: “Li gel gelek serlêdan û hewldanên malbat û parêzerên wan, haya me ji şert û tenduristiya Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê tune ye. Ev rewş hemû civakê dixe nava fikaran.”