​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîlê ji lihevkirina nukleer bi fikar e

Di rojnameyên erebî yên îro de gelek mijarên girîng ên navneteweyî û yên têkildarî Rojhilata Navîn bûn rojev.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîlê ji lihevkirina nukleer bi fikar e
9 hezîran, 2023   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset behsa fikara Îsraîlê ji têkiliyên Amerîka-Îranê kir û wiha nivîsand: “Rayedarên siyasî yên Til Avîvê fikara xwe ya windakirina bandorên xwe li ser saziyên desthilatê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) anîn ziman. Ew jî ne tenê têkildarî rêveberiya serok Jeo Biden, lê der barê Kongreyê de ye. Rayedaran got îhtîmaleke xurt heye lihevkirineke nû ya nukleerî di navbera Tehran, DYA′yê û dewletên mezin ên din de heye û bi wê re hikumeta Îsraîlê û serokwezîrê wê Benjamin Netanyahu hatin tecrîdkirin.

Rayedarekî nêzî Netanyahu diyar kir ku dibe ev lihevkirin demkî be. Lê li gorî agahiyên berdest gelek xetereyan bi dawî dike; bi wê re Îranê ji cezayan rizgar dike û projeyên wê yên leşkerî yên klasîk û neklasîk xurt dike û bi milyar dolaran fînanse dike.”

‘NAKOKÎ BANDORÊ LI SERDANA BLINKEN YA SIÛDIYÊ DIKIN’

Rojnameya El Ereb li ser serdana Blinken a li Erebistana Siûdî wiha nivîsî: "Di demekê de ku nakokî di navbera Siûdî û Amerîkayê de hene û ruxmî hewldanên Amerîkayê yên têkbirina fitîla nakokiyên girêdayî buhayên petrolê, mafên mirovan û lêvebûna Riyadê bi Îranê re, serdana wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken ji Siûdiyê re ji aliyê medyaya dîjîtal a Siûdiyê ve nebû rojev.

Desthilatdarên Siûdiyê bi mebest girîngî neda serdana Blinken a ji Riyadê re û medyaya dîjîtal a Siûdiyê serdan paşguh kir û girîngî da bûyerên ji bilî yên siyasî."

′ZEXTEKE NAVNETEWEYÎ LI SER ALIYÊN LÎBYAYÎ HEYE′

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "Dewletên rojavayî ji bo temamkirina îmzeya dawîn li ser qanûnên hilbijartinan zextê li aliyên lîbyayî dikin. Li gel wê jî alîgirî ji bo gavên nûnerê NY′yê Ebdullah Batîlî û banga wî ji fermandarên lîbyayî re hene da ku gavên pêkanîna hilbijartin û bidawîkirina nakokiya li welatê bi petrolê dewlemend e, hene.

Civata navneteweyî hewl dide îstîqrarê bi rêya tedbîrên hilbijartinan pêk bîne ku nakokiya di navbera hikumeta Ebdulhemîd Debîbe û hikumeta rojhilat de bi dawî bike."

′RÛSYA LI AFRÎKAYÊ YE: DEMA VEGERANDINA SERWERIYÊ HATIYE′

Li ser rewşa Afrîkayê rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivîsand: "Di van hefteyên dawîn de li parzemîna Afrîkayê pêşbirkeke nû ya Rûsya-rojavayiyan heye. Ew yek di gera wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de aşkera bû. Hemwextî wê gerê wezîrê karên derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba jî pêk hat, her wiha li Mexrib, Etiyopya û Rwandayê jî geriya.

Dîplomasiya Rûsyayê ya niha ji bo Afrîkayê bi armanca vegera li parzemînê û firehkirina rûbera tevgera Moskovê ya navneteweyî û sekna li hember hewldanên DYA′yê û îzolekirina wê ye. Li beramber wê jî Rûsya mezinbûna astengiyên hundirîn ên li parzemîna Afrîkayê baş dizane.”

′14′Ê HEZÎRANÊ... JI LUBNANÊ RE SEROK TUNE YE′

Rojnameya Ukaz a Siûdiyê li ser dosyaya serokatiyê ya Lubnanê wiha nivîsî: “Diviyabû serokê Meclisa Nûneran Nebîh Berî soza xwe pêk bianiya û rûniştina 12’an a hilbijartina serokê komarê li dar bixista; ya yekemîn ji ber pêşdeçûnên heyî û êdî li gel opozîsyonê namzeteke fermî heye. Ya duyemîn jî bi saya zimanê hêzê ye ku li hember serokê parlamentoyê bi fermana aliyên hundirîn hatiye bikaranîn.

Bûyer bi lez pêk tên, ruxmî ku dîmen heta 14′ê Hezîranê diyar e. Di encamê de dê maf winda bibin û dê aliyek zirarê bibîne û nekeve tûra yekemîn a hilbijartinê. Dê her kes bi namzetê xwe ve girêdayî be. Her wiha di dawiyê de ber bi tûra sêyemîn ve biçin."

(fr)