`Divê çeteyên DAIŞ'ê li dadgehên navneteweyî bên darizandin`

Birîndarên berxwedana Kobanê banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê kir û destnîşan kir ku vegera wan dê metirsiyê bide tevahiya cîhanê û bi bombeyeke demkî bi nav kir.

`Divê çeteyên DAIŞ'ê li dadgehên navneteweyî bên darizandin`
9 hezîran, 2023   01:28
KOBANÊ

Civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî doza çeteyên DAIŞ'ê yên girtî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh dike. Şervanên ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de di 2014 û 2015'an de li Kobanê birîndar bûne der barê vê mijarê de banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan kir.

/kr/uploads/files/2023/06/08/193243_-.webp

Ebdulqadir Remî got: "Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê hatin têkbirin, ji wan tenê şaneyên veşartî man ku ew jî hewl didin dîsa xwe bi rêxistin bikin. Ne dûr e ku ew sûd ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin û dîsa vegerin.”

Remî wiha domand: "Em hêvîdar in ku hêzên navneteweyî girîngiyê bidin vê mijarê û metirsiya vegera DAIŞ'ê paşguh neke û destekê bide Rêveberiya Xweser ku bi tena xwe barê çeteyên DAIŞ'ê yên girtî hildaye ser xwe."

'METIRSÎ HEYE Û HERKES DÊ BERDÊLÊ BIDE'

/kr/uploads/files/2023/06/08/193257_.webp

Egîd Oso wiha axivî: "Ji nû ve derketina DAIŞ'ê dê metirsiyê bide tevahiya cîhanê û bi taybetî herêma Rojhilata Navîn, li herêma ku tenê şêniyên wê yên ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne, çeteyên DAIŞ'ê têk birin."

Oso destnîşan kir ku cîhan deyndarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ye ji ber ku ew bû mertala cîhanê ya li hember terorê. Eger çeteyên DAIŞ'ê xwe dîsa bi rêxistin bikin dê tevahiya cîhanê berdêlê bide û got: "Bûyera li girtîgeha Xiwêran a bajarê Hesekê jî ji bo hemiyan peyamek bû ku çeteyên DAIŞ'ê hîn bi dawî nebûne û ew dikarin dîsa vegerin. Lê em ji bêdengiya civata navneteweyî ya li hember vê metirsiyê matmayî ne."

'DIVÊ DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ BÊN AVAKIRIN Û ÇETE BÊN DARIZANDIN'

/kr/uploads/files/2023/06/08/193224_.webp

Her wiha, Silêman Îbrahîm got: "Çeteyên DAIŞ'ê bi hişmendiya kuştinê ya ku dewleta Tirk a dagirker afirandiye şer dikirin, lê dîsa jî îradeya me ji baweriyên wan ên tarî xurtir bû û me ew li Kobanê têk birin."

Îbrahîm wiha lê zêde kir: "Dawiya çeteyên DAIŞ'ê ne li Baxozê, lê belê li Kobanê bû, ji ber vê yekê jî dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze wan vejîne aciz bû. Ji ber wê jî divê hêzên navneteweyî dadgehên navneteweyî ava bikin û çeteyan bi awayekî cidî darizînin, eger ne wiha be dê çete careke din vegerin û li dijî gelan komkujiyan pêk bînin."

'EM LI PÊŞIYA KARESETEKE MEZIN IN'

/kr/uploads/files/2023/06/08/193205_.webp

Her wiha, Ciwan Ehmed got: "Îro cîhan û bi taybetî dewletên Ewropayê mijara şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê paşguh dikin û dibîne ku ew dûrî vê metirsiyê ne. Lê belê ew bawerî şaş e û êrişên li bajarên Ewropayê nexasim Parîs wê yekê piştrast dike. Ji ber wê jî divê her kes xwe li hember vê metirsiyê berpirs bibîne."

(mh/şx)

ANHA