189 hezar xwendekaran karname wergirtin

Li herêma Cizîrê 189 hezar û 85 xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî karnameyên xwe wergirtin.

189 hezar xwendekaran karname wergirtin
189 hezar xwendekaran karname wergirtin
189 hezar xwendekaran karname wergirtin
189 hezar xwendekaran karname wergirtin
189 hezar xwendekaran karname wergirtin
8 hezîran, 2023   08:30
QAMIŞLO

Di 1`ê Hezîranê de sala perwerdeyê ya 2022-2023`yan li dibistanên herêma Cizîrê bi dawî bû.

Piştî amadekirina karnameyan ji hêla mamosteyan ve, îro karname li 165 hezar û 460 şagirtên qonaxa seretayî, 18 hezar û 456 şagirtên qonaxa navîn (ji bilî refa 9`an) û li 5 hezar û 169 şagirtên qonaxa amadehî (bêyî refa 12`an); bi giştî li 189 hezar û 85 şagirtî hatin belavkirin.

Di demên pêş de ê karnameyên refên 9 û 12'an jî werin belavkirin.

(sb)

ANHA