Ji 2 gerîlayên birîndar ên dîlgirtî agahî nayên wergirtin

​​​​​​​Ji 2 gerîlayên ku di şer de bi birîndarî dîl ketine destê dewleta Tirk a dagirker, agahî nayê wergirtin.

Ji 2 gerîlayên birîndar ên dîlgirtî agahî nayên wergirtin
8 hezîran, 2023   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne û gelek caran şer diqewime. Bi taybetî êrişên artêşa Tirk ên li ser tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ya li Zapê zêde bûne.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin, di şer de gerîla Sarîna (Gulistan Gulmez) a ku sala 1990'î li Mêrsînê ji dayik bûye, 2'yê Hezîranê û gerîla Xabûr (Hesen Remzî) yê ku sala 1996'an li Efrînê ji dayik bûye, di 3'yê Hezîranê de bi birîndarî dîl hatin girtin.

Tê gotin bi rojan îşkence û zext li her du gerîlayên birîndar hate kirin û îtirafkarî li wan hatiye ferzkirin. Ji ber ku agahî ji her du gerîlayên dîlgirtî yên birîndar nayê wergirtin, malbatên wan bi fikar in.