'Konferansa damezrêner a Al Elbeyt ji bo xurtkirina hevgirtinê derfetek bû'

Endamê tevgera olî ya Al Elbeyt diyar kir ku konferansa damezrêner a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo xurtkirina têkiliyên mezheb û pêkhateyên herêmê derfetek bû. Her wiha da zanîn ku meclisa hatî hilbijartin dê di dema pêş de li ser pêkanîna biryarên konferansê kar bike.

'Konferansa damezrêner a Al Elbeyt ji bo xurtkirina hevgirtinê derfetek bû'
4 hezîran, 2023   10:12
 TEBQA-SELAM KÊRWAN

Duh (3`yê Hezîranê) li bajarê Tebqayê konferansa damezrêner a El Sada El Eşraf Al Elbeyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Hejmareke mezin a oldar, nûnerên saziyên olî, şandeyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokraîtk, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li konferansê bûn.

Endamê tevgera olî ya Al Elbeyt Ednan El Ilêwî ji ajansa me re axivî û têkildarî lidarxistina konferansê nirxandin kir.

Ednan El Ilêwî destnîşan kir ku konferans piştî amadekariyên 2 salan hat lidarxistin û got: “Bi rêya beşdarbûn, navaroka konferasê û axaftinên hatine kirin, girêdan û hevgirtina di navbera mezheb û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xurttir bû. Konferans ji bo parastina destkeftiyên hatine bidestxistin, nexasim li herêmên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, wek derfetekê dikare bê nirxandin.”

El Ilêwî bi bîr xist ku gelek saziyên olî yên li herêmê eleqeyek baş nîşanî konferansê dan, nirxandin û axaftinên bi nirx tê de hatin kirin û wiha dom kir: “Rêziknameya ku komîteya amdekar a konferansê pêşkêş kiribû jî hat nîqaşkirin û piştre hat erêkirin. Hin guhertinên ku beşdaran ji bo rêziknameyê pêwîst dîtine, hatin çêkirin.”

Ednan El Ilêwî anî ziman ku konferans bi gelek pêşniyar û biryaran bi dawî bû, dê meclisa tevgerê ya ji 71 endaman ku di konferansê de hatî hilbijartin, di dema pêş de li ser pêkanîna wan kar bike.Li gorî encamnameya konferansê, Meclisa Al Elbeyt hat avakirin. Dê ji nava wan Meclisa Şûra (Şêwirê) a ji 27 kesan bê hilbijartin. Ji nava Meclisa Şûra jî dê meclisa rêveber a ji 11 kesan were hilbijartin.

Al Elbeyt di bin sîwana Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kar dike û hewl dide bi saziyên olî yên li Sûriyeyê û derve re peywendiyan deyne.

(c)

ANHA